Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir 2021-04-19 09:05:43 COLEMÊRG – Esnafên Şemzînanê bertek nîşanî “Pêşangeha Berhemên Herêmî” ku ji aliye Şaredariya AKP’ê ya Navçeyê ve hatibû vekirin dan û diyar kirin ku ji ber pandemiyê mexdûriyeta wan zêde bûye û xwestin ku pêşangeh bê rakirin. “Pêşangeha Berhemên Herêmî” ku Şaredariya Şemzînanê ya AKP’ê li navenda navçeyê vekiriye bû sedema bertekên esnafan. Serokê Odeya Esnaf û Seneetkaran a Şemzînanê Muherrem Tekîn û esnafên navçeyê bertek nîşanî pêşangeha ku didome dan û xwestin ku pêşangeh demildest bê rakirin.    ESNAF DI REWŞEKE NE BAŞ DE YE   Tekîn, da zanîn pêşangehê esnafên ku nikarin kar bikin daye zehmetiyê û wiha got: “Zêdetirî salekê ye em bi pandemiyê re têdikoşin. Esnafên ku bi pandemiyê re zehmetî dikişinin, li benda meha Remezanê bûn ku qezencekî bikin. Lê çadirên ku ji aliyê Şaredariya Şemzînanê ve hatine danîn esnafên me di zehmetiyê de hiştine. Di heman demê de peşangeh ji ber pandemiyê gef li tenduristiya gel jî dixwe. Divê çadirên hatine danîn demildest bên rakirin û lêborîn ji esnafan bê xwestin.”   PÊŞANGEHÊ MEXDÛRIYETÊ ZÊDETIR KIRIYE    Ji esnafên navçeyê Mehmet Saît Yilmaz jî mexdûriyeta ku dijîn bi gotina “lênûska me ya deynan nepixiye” bi kurtayî anî ziman û got ku pêşangehê rewşa wan ne baştir kiriye. Yilmaz, ragihand ku ji ber pandemiyê şaredarî timik wan di kontrolê re derbas dike, lê li çadirên ku daniye paqijî tuneye. Yilmaz, xwest ku mexdûriyeta wan bê derbaskirin û ev daxwaz kir: “Bila ji derve kesî neynin û li ber derê dikanên me çadiran daneynin. Bila çadirên ku ji bo zêdetir mezdûrbûna me hatine danîn bên rakirin.”    XWEST PÊŞANGEH BÊ BIDAWÎKIRIN   Esnaf Nûsret Çelîk jî da zanîn ku di pêvajoya li benda piştgiriyê bûne de mexdûriyeta wan 2 qat zêdetir bûye û ev tişt anîn ziman: “Em ne esnafên seyar in. 20 sal in em li vir esnaf in. Mehê em 2 hezar TL kirê radizînin. Tişta tê kirin bêrêzî ye. Divê pêşangeh bê rakirin û piştgiriya esnafan bê kirin.”