Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket 2021-04-19 09:45:03   RIHA - Li Serêkaniyê ya ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çedar de ye şer derket. Hat zanîn ku di navbera grûpên paramîlîter de şer derketiye. Du topên hewanê jî li Serêkaniya Rihayê ketine.    Li bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên paramîlîter bi navê Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) de ye şer derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hati bidestxistin; şer di navbera Şukur El Şam û Tugaya Sultan Mûrat de qewimî. Di şer de çekên giran hatine xebitandin. Li gorî îdiayê jî hat gotin ku 2 topên hewanê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ketine. Hat zanîn ku ev topên hewanê li eraziyê vala ketine.    Hat gotin ku şer li Serêkaniyê didome.