Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê 2021-04-19 11:22:36   MÊRDÎN - Qeyûmê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, beşên ji projeya baxçeyê bi tîk ê qeyûmê beriya wî Mûstafa Yaman saxlem mayîn rakirin û dibin navê “projeya nû” de bi dîwarê palpişta malapolîsan ve zeliqandin.    Mahmût Demîrtaş ê di 19’ê Tebaxa 2019’an de, ji aliyê Wezareta Karên Hûndir ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, cihê projeya berê hatibû çêkirin guhert û weke “projeya nû” pêşkêş kir.   Qeyûmê beriya Demîrtaş Mûstafa Yaman bi 2 milyon û 500 TL’an, dest bi çêkirina baxçeyê bi tîk kiribû û par xebata baxçeyê bi dawî bibû. Rêveberiya qeyûm dûre baxçeyê bi tîk rakir û biryar da ku projeyekê ji mînyatûrên dîrokî yên Mêrdînê li şûna wê ava bike. Li bendêye ku di rojên pêş de vê projeya hatiye avakirin, derxînin îhaleyê. Baxçeyê bi tîk bi temamî hişk bû. Qeyûm jî, hilberînên ji daran hatine çêkirin ên weke guldank, karwana hêştiran, mizgeft û avahiyên dîrokî sembolize dikin, ji cihên wan rakirin û weke “projeya nû” bi dîwarê palpişta malapolîsan ve zeliqandin.   XWEŞIKIYA RUHÊ BAJÊR!   Qeyûm Mahmût Demîrtaş ê ku pêr xebatên dîwarê palpişta malapolîsan a di qada berpirsiyartiya Şeredariya Bajarê Mezin de cih digire lêkolîn kir, ev şirove kir: “Em projeyên xwe yên xweşikiya ruhê bajarê me mezin dike, dewam dikin.”   MA / Ahmet Kanbal