Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin 2021-04-19 11:51:21   ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hat destpêkirin polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û pişt re 5 kes binçav kirin.    Navê binçavkiriyan wiha ye: Servet Ozekîncî, Hamît Dagli, Recep Çîftçî, Gulsum Çakir û Diyar Yaman.   Sedema binçavkirinê nehat zanîn û her 5 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.