Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin 2021-04-19 13:01:53   STENBOL - Polîsan, mudaxaleyî karkerên Sînboyê yên ji ber endambûna xwe ya sendîkayê ji kar hatin avêtin û xwestin daxuyaniyê bidin kirin û 3 jê rojnameger 5 kesan binçav kirin.    Karkerên di Kargeha Sînboyê ya li navçeya Avcilar a Stenbolê dixebitîn û li dijî şertên xebatê yên nebaş derbasî sendîkayê bûbûn, bi Kod-29’ê ji kar hatibûn derxistin. Karkeran li dijî vê dest bi çalakiyê kiribûn û xwest ku li pêş kargehê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta pandemiyê destûr neda û mudaxaleyî wan kir. Polîsan di mudaxaleyê de karkereke Sînboyê, nûnerekî sendîkayê û 3 rojnamevan binçav kirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Karkera Sînboyê Dîlbent Turker, Nûnerê Sendîkaya Hemû Karkerên Metal û Otomotivê (TOMÎS) yê Stenbolê Onûr Eyîdogan, Nûçegihanê Kizil Bayrakê Kardelean Yogûngan, Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Taylan Ozgur Oztaş û Nûçegihana Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal.