Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin 2021-04-19 14:22:21   STENBOL - Parazvanên mafên mirovan berî doza Metîn Lokûmcû yê di encama êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da bû, ya li Trabzonê bê dîtin, daxwaza xwe ya edaletê nû kirin û banga xwedî derketinê li raya giştî kirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ya Stenbolê, berî danişîna mamosteyê emekdar Metîn Lokûmcû yê di encama êrişa polîsan a li dijî şermezarkirinên berî mîtînga hilbijartin sala 2011’an a ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li navçeya Hopa ya Artvînê li dar bixe, jiyana xwe ji dest da bû, bê dîtin daxuyanî dan çapemeniyê.     Daxuyanî li avahiya ÎHD’ê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Metîn Lokûmcû re edalet” hat vekirin. Doza Lokûmcû wê di 21’ê Nîsanê de li Trabzonê bê dîtin. Parazvanên mafên mirovan, berî danişînê, daxwaza xwe ya edaletê nû kirin û hemû kes vexwendin daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo Lokûmcû mezin bikin.   TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ YA 10 SALAN   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di encama têkoşîna hiqûqî ya 10 salan de, doz hat vekirin. Heya ku ev doz hat vekirin, 10 sal derbas bûn. Di dema êrişê de gaza kîmyewî hat bikaranîn. Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî, di 10’ê Sibata 2012’an de, di rapora nirxandinê de, gotibû ku ‘Ji ber gaza kîmyewî mirin pêk hatiye.’”    BANGA    Yolerî, bi bîr xist ku ji ber tundiya hêzên ewlekariyê gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn û wiha ev bang kir: “Doza Lokûmcû mînaka herî şênbere. Di 21’ê Nîsana 2021’an de, wê saet 09.30’an doza Lokûmcû li Edeliya Trabzonê bê dîtin. Em her kesî vedixwînin ku vê dozê bişopînin. Werin em daxwaza xwe ya edaletê bi hev re bînin ziman.. Em ji bo Lokûmcû banga edaeltê dikin. Em ê heya dawiyê şopdarê vê dozê bin.”