Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir 2021-04-19 15:40:51   HATAY - 23 sal cezayê li zilamê bi navê C.O. yê li Arsûzê îstîsmarî du neviyên xwe yên 5 û 6 salî kiribû, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin. Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê yê ji nû ve hat darizandin, daxwaza beraetê kir.    Li navçeya Arsûz a Hatayê, zilamê bi navê C.O. îstîmarî 2 neviyên xwe ya 5 û 6 salî dike. 2 zarok dema dibin 15 û 16 salî bûyerê ji mamosteyên xwe re vedibêjin. Li ser vê yekê bûyer aşkere dibe. Dûre doz derbarê bûyerê de vedibe û li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê tê dîtin. Di 17’ê Çileya 2020’an de danişîna biryarê tê dîtin. Di danişînê de, ji bo C.O. bi sûcdariya “îstîsmara zayendî li zarokên xizmên xwe kirin” 23 sak cezayê girtîgehê hatibû birin. C.O. piştre hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.    DADGEHA BILIN BIRYAR BETAL KIR   Parêzerê C.O. li dijî biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê, serî li 12’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliya Herêmê ya Edeneyê da. Lê serlêdan hat redkirin û ceza hatibû erêkirin. Parêzerê bersûc li ser vê y ekê serî li Dadgeha Bilind da.    Dadgeha Bilind a derbarê dosyeyê de biryara da, îdîa kir ku di navbera bersûc û dayika zarokan de neyartî heye û îftira li bersûc kiriye. Dadgehê ji ber vê yekê biryara dadgehê betal kir û derbarê bersûc de biryara berdanê da. Dadgeha Bilind ji bo ku doz ji nû ve bê dîtin, cardin dosye ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê re şand.    Yekemîn danişîna dozê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê hat dîtin. Bersûc C.O. yê ne girtî û parêzerê wî, malbata zarokan û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Jinên endamên Platforma Jinan a Îskenderûnê û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên xwestin beşdarî danişînê bibin, bi hinceta pandemiyê negirtin salona danişînê. Di danişîna hat dîtin de, dozger beraeta bersûc xwest. Parêzerên malbatê ji bo ku li dijî mutalaya dozger parastina xwe amade bikin, dem xwestin. Dadgehê, daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 5’ê Gulanê kir.   BANGA TEVLÎBÛNA DANIŞÎNÊ    Parêzer Mehtap Sert piştî danişînê axivî û wiha got: “Jiyana taybet a malbatê, bi îstîsmara zayendî ve ne girêdayî ye. Ligel ku di navbera dayik û bersûc de neyartiye tuneye jî, Dadgeha Bilind biryarek wiha dide. Betalkirina dosyeyê ne hiqûqî û miroviye. Bi rapora Tipa Edlî ya Edeneyê jî, îstîsmara li zarokan hatiye kirin, hatine belgekirin. Jiyana taybet a kesan, ne hinceta ku rastî îstîsmarê bên. Em ê têkoşîna xwe ya maf û hiqûqê dewam bikin. Di 5’ê Gulanê de em hemû parazvanên mafên mirovan vedixwînin danişînê.”