Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî 2021-04-19 16:02:47   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku malbatek penaber ji ber nikare mesrefên nexweşxaneyê razîne, pitik 4 meh in li nexweşxaneyê dîl hatiye girtin û bang kir ku her kes bibe dengê pitik.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo pitik R. ê penaber ku 4 meh in li Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilara Stenbolê ji ber malbata wî nikare mesrefên nexweşxaneyê razîne tê ragirtin, banga ku pitik bidin malbatê kir. ÎHD’ê ji bo rewşa pitik li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Pitikê penaber li nexweşxaneya dewletê dîlgirtî ye” hat daliqandin.    Endamê ÎHD’ê parêzer Davût Arslan û Nûnera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Umît Efe beşdarî civînê bûn.    30 HEZAR LÎRE PERE XWESTINE    Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku di 21’ê kanûna 2020’an de pitikê penaber ku bi welidandina zû hatiye dinê wî hildane kuvezê û tê tedawîkirin û li gel tedawî qediyaye jî pitikê nadin malbata wî. Yolerî anî ziman ku ji bo pitikê bidin malbata wî nexweşxaneyê 30 hezar lîre xwestiye û rayedarên nexweşxaneyê bi beyanek sosret gotine “pere were razandin wê rewş were çareserkirin.” Yolerî da zanîn ku ew bi xwe bi cîgirê sertabîbê Nexweşxaneya Bagcilarê re axivî ye û wî jî gotiye ku wê vê meseleyê çareser bikin. Yolerî diyar kir ku tevî vê yekê malbat çûye pitikê xwe werbigire lê dîsa jî radestî malbatê nekirine û îro jî ew bi cîgirê sertabîb re axiviye û gotiye ku wê çareser bike. Yolerî destnîşan kir ku pitikek 4 meh in dûrî dayika xwe li nexweşxaneyê dîl hatiye girtin û ji ber mesrefan nadin malbatê û bang kir ku her kes bibe dengê pitik.