AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye' 2021-04-19 17:22:51   STENBOL – AYM’ê serlêdana parêzerên Buroya Asrinê ya ji bo biryara lîjneya disiplînê ya li dijî  Rêberê PKK’ê û girtiyên din nirxand û got, "li gor hiqûqê ye." Parêzerên Buroya Asrinê, di meha kanûnê ya 2020’an de ji bo muwekîlê xwe Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê dimîne serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê dabûn û xwestin ku biryara dîsplînê ya li ser muwekîlê wan bê rakirin. Destpêkê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û piştre jî Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê daxwaza parêzeran red kiribûn. JI BO AKTAŞ Û YIULDIRIM JÎ SERLÊDAN KIRIBÛN   Parêzeran ji bo muwekîlê wan ên li heman girtîgehê diman Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî di meha cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û daxwaz kiribûn ku serdana malbatan ji bo wan pêk bê. Lê piştre serlêdanan ji bo her du girtiyan jî hatibûn redkirin. Parêzeran, bi hinceta ku biryarên li dijî muwekîlê xwe Konar, Aktaş û Yildirim li dijî hiqûqê ne serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. LI GORÎ HIQÛQÊ YE! AYM’ê di 23’ê nîsanê de serlêdana parêzeran nirxandiye û ji bo her sê serlênan jî biryara “nayên qebûlkirin” da. AYM’ê biryar da ku li holê tu neheqî tuneye û bî vî awayî xwe negihandina biryara derbarê muwekîlên parêzera jî guncav dît.