Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e 2021-04-20 09:00:48 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî çend ku ATK'ê rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" daye wî û her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe jî nayê berdan. Kurê wî Beşîr Silik got: "Heger bimire jî bila li cem me bimire."  Li Girtîgeha Menemen a Tîpa R'yê rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî her diçe xirabtir dibe. Silik, di 4'ê Mijdara 2011'an de ji ber "îxbarekê" li navçeya Bayrakliiyê hatiye binçavkirin û piştî 4 rojên binçavkirinê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kiriye hatiye girtin. Piştî salekê di 4'ê 19'ê Cotmeha 2012'an de hatiye berdan û lê piştî du mehan Girtîgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê 6 sal û 6 meh û 22 roj ceza lê biriye û di 21'ê Sibata 2017'an de cezayê wî hatiye pesendkirin û cardin hatiye girtin.    RAPORA ATK'Ê   Nexweşîna prostat, şekir, qelb û tansiyona zêde bi Silik re heye û heya niha 2 caran emeliyat bûe. Saziya Tiba Edlî (ATM) rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" daye wî. Her wiha niha bîrkorî bûye û nikare bi tena serê xwe lazmatiyên xwe peyda bike.    Kurê wî Beşîr Silik anî ziman ku her diçe rewşa bavê wî xirab dibe û xwest bavê wî bê berdan.    NIKARE RÛNÊ Û RABE SERXWE   Silik, anî ziman ku çendî rapora ATK'ê ya bavê wî heye jî, nayê berdan û got: "Felcî ye. Nikare rûnê û rabe ser xwe. Bi sendeleyeyê wî tînin cihê hevdîtinê. Gava em diçin cem wî, êdî me nas nake. Êdî zarokên xwe nas nake! ATK'ê rapor daye, lê dîsa jî dibêjin 'heger bê berdan dibe ku heman sûcî bike' û wî bernadin.    Kur Silik, diyar kir ku ji bo taloqkirina înfaza wî gelek caran serî li dadgehê dane, lê belê serlêdanên wan hatine redkirin. Silik got: "Nikare bimeşe. Bi sûcekeke bêbinî ew girtin. Wisa bawer dikim ku kesên nahêlin bavê min bê berdan, gava biçin girtîgehê û wî bibînin, ê wî berdin, helet çena wijdanê bi wan re hebe. Bûye hestî û maye. Heftê carekê heqê wî yê teleofnê heye, lê nayê bîra wî. Ew nikare telefonî me bike. Gava roja telefonê tê em bi xwe telefonî girtîgehê dikin. Jixe gelek caran nahêlin em bi telefonê jî bi hev re biaxivin."    Kur Silik, di dawiya axaftina xwe de got: "Divê rojek berî rojekê bavê min bê berdan. Em ditirsin li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide. Heger bimire, bila li cem me bimire."    MA / Nacî Kaya