Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye! 2021-04-20 09:14:59 ŞIRNEX - Ebubekîr Yagarcîk ê 90 salî destnîşan kir ku polîsan heta niha 111 caran bi ser mala wî de girtiye û heta vî temenê xwe jî xweşî bi çavên xwe nedîtiye û got: "Ez tu caran heqê xwe li dewletê helal nakim." Ji salên 90'î û vir ve li bajarên bakurê Kurdistanê polîs, leşker û tîmên taybet bi awayên kêfî bi ser malan de digirin û xelk bi tundî û muameleyên xerab re rûbirû dimîne. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Ebubekîr Yagarcîk ê 90 salî ji  ber ku gundê wan yê Rûbar, di salên 1990'an de ji hêla dewletê ve tê valakirin li Cizîrê bi cih dibe. Piştî ku li Cizîrê bi cih dibe û li vir jî carek din bi îşkence û muameleyên xerab re rûbirû dimîne. Li navçeyê jî roj tune ku polîs bi ser mala Yagarcî de nagirin. Di her serdegirtina mala wî de zarokên wî yên 8 salî û heta ku yê 20 salî hatine binçavkirin û bi tundiyê re rûbirû mane. Li gorî salixdayinên Yagarcî heta niha polîsan 111 caran bi ser mala wî de girtine û di her serdegirtinê de derî û paceyên wan hatine şikandin û bi muameleyên xerab li wan hatiye kirin. Ebubekîr Yagarcîk qala serdegirtinên mala xwe kir û got: "Ez ê tu caran heqê xwe li dewletê helal nekim."    8 ROJAN BÊNAVBER ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN    Yagarcîk diyar kir ku di her binçavkirinekî de ew bi îşkenceyê re rûbirû maye û wiha qala zextên li ser xwe kir: "Di salên 90'î de êrişên dewletê yên li dijî kurdan pir zêde bûn. Di sala 1993'yan de biraziyê min li ser min gilî kir. Pişt re ez bi îdiaya 'Ji rêxistinê re alîkarî' hatim girtin. Di binçavan de bi saetan îşkenceya ceyranê li min kirin. Ez 8 rojan bi îşkenceyê re rûbirû mama. Tu sucê me nebû jî lê ev îşkence li ser me dihat kirin. Heta 8 rojan şûn ve ez birim Şirnex û li wir ez sewqî dadgehê kirim û ez hatim girtim. Piştî ku ez hatim girtin min sewqî girtîgeha Amedê kirin. Girtina min keyfî bû. Em bi kuştinê re rûbirû hiştibûn. 8 rojan xwarin nedan me. Nan şil dikirin û didan me. Ji wê rojê heta niha di qirika min de xwîn tê û dengê min xerabû ye. Piştî 3 mehan şûn de ez hatim berdan."   111 CARAN BI SER MALÊ DE GIRTIN E!   Yagarcîk anî ziman ku di her serdegirtina mala wan de ew û ferdên malbata xwe bi îşkenceyê re rûbirû man û wiha got: "Beriya ez 3 mehan di girtîgehê de bimînim, beriya wê jî 13 mehan mabûm. Ji wan salan vir ve 111 caran bi ser mala min de girtine. Dewletê tu derî ji min re nehişt. Yek zarokê min nema ye ku nehatiye binçavkirin. Di her serdegirtina malê de jî zarokên min bi erdê re kaş dikirin û tundî li wan dihat kirin. Lê çiqas bi ser mala min de girtibîn jî min tu caran li dijî zilma wan çokên xwe nedaniye û serê xwe netewandiye. Min çi kiriye ku ez serê xwe bitewînim? Di her serdegirtinekî de heqeret li me dikirin. Xwedê ji wan re nehêle. Di serdegirtina herî dawî de min ji midûrê polîsan re got, 'Ev 111 carin hûn bi ser mala min de digirin, heta niha we di malê de tiştek neditiye çima hûn wisa dikin?' Min jê re got, 'Ev şerma Tirkiyeyê ye'. Bêdeng bû û tiştek negot. Careke din dîsa bi ser mala min de girtin. Kurê min li kolanê li ber baranê tazî kirin. Ez pir qehirîm û min ji polîs re got, 'Bikuje lê vê zilmê lê neke'. Zilma dewletê nayê jibîrkirin. Ji xwe tu caran xwe neda jibîrkirin. Ez tu caran heqê xwe li dewletê helal nakim."   'XWÎNA DEWLETÊ LI ME ŞÎRÎN NAYÊ'    Yagarcîk, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tiştên ku hatine serê wî ew ê tu caran ji bîr neke û got: "Kurdê ku ji dewletê re dixebite bila kurdî neaxive. Ez hatime vî emrê xwe heta niha em bi van tiştan re rûbirû man. Niha emrê min 90 e. Em dixwazin ku êdî aştî û aramiyê bibînin. Daxwaziya min ji kurdan ew e ku li ser kurdbûna xwe bin. Kurdî biaxivin û doza kurditiyê bikin. Piştî ewqas zilm, zordarî û komkujiyan li ser rûyê erdê xwîna dewletê li me şirîn nayê. Ji ber ku ew zilma dewletê li ser me kiriye Nemrûd nekiriye. "   MA / Zeynep Dûrgût