‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’ 2021-04-20 10:52:58 RIHA - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku seredana malbata Şenyaşar a 43 roj in têkoşîna xwe ya “Edaletê” didomîne kiribû, diyar kir ku kesên dixwazin wêneyê edaletê yê herî zelal bibînin divê li Emîne Şenyaşarê binêrin.  Emîne û Ferît Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 3 ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kiribûn, 43 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakî li dar dixin. Seredanên piştevaniyê yên malbata Şenyaşar a li gel germa zêde û rojiyê, têkoşîna xwe didomînin, ji roja ewil heta niha berdewam dikin. Herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren serdana malbatê kirin.     BAŞARAN: BÊEDALETÊ LI HER DERÊ YE   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a roja komkujî pêk hatî heta niha dozê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku kesên dixwazin wêneyê edaletê yê herî zelal bibînin divê li Emîne Şenyaşar binêrin û wiha got: “Li Tirkiyeyê tu destê xwe li kê bidî dê bi bêedaletiyekê re rûbirû bimînî. Ev wêne hinek tiştan bi awayekî zelal tîne ziman. Gotina dayikê ya ‘Edalet îro di bin betonê de hatiye veşartin’ rewşa em tê de ne û bêedaletiyê bi awayekî zelal îfade dike.”   MALBATA HATIYE QETILKIRIN HAT CEZAKIRIN   Başaran, bi bîr xist ku di danişîna dozê ya li Meletiyê hat dîtin de 37 sal û 9 meh cezayê hefsê li Fadil Şenyaşar hat birîn û wiha axivî: “Ev komkujî li pêş çavê herkesê pêk hat lê ji ber ku alîgirên desthilatê di nav de bûn mixabin edaletê aliyê kesên bi hêz girt. Hema bêje ev dosya nehat şopandin. Qaşo darizandinek û cezakirinek heye lê esas malbata ku hatiye qetilkirin hat cezakirin.” Başaran, destnîşan kir ku ji ber di nav bûyerê de parlementerek hebû faîl jê safî kirin û wiha berdewam kir: “Ev malbat dema li ser karê xwe êrîş li wan hat kirin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji malbatekê 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Li gel qeydên dîmenkêş û delîlan jî her çi bibe malbata Şenyaşar hat cezakirin. Pêvajoya dozê, wêneyê edaleta ku hatiye çi astê ye û çawa li gorî berjewendiyên desthilatê teşe digire ye.”    ‘EM HEMÛ BERPIRSYAR IN’   Başaran, da zanîn ku wê şopdarên dozê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke edalet di bin betona avahiya edliyeyê be jî em ê bi malbatê re neynokên xwe bikolin û derxînin. Ev doz ne tenê ya malbata Şenyaşar e, dozeke ku wijdana hemû civakê diêşîne ye. Ji ber ku biryarek hatiye dayîn nayê wê wateyê ku ew doz bi dawî bûye. Em ê bi awayekî hiqûqî bi rêyên demokratîk hem şopdarên dozê bin hem jî em ê di nava têkoşînê de bin. Divê herkes bi malbatê re di nava piştevaniyê bibe, pêwîstî bi vê heye. Dikarin ji dengê wan re bibin deng. Yekana rêbaza ku êşa malbatê bi dawî bike gihandina wan a edaletê ye, di vê mijarê de em hemû berpirsyar in.”   ÛGÛRLÛ: ÊDÎ KÊR GIHIŞTIYE HESTÎ   Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî bi bîr xist ku têkoşîna malbata Şenyaşar roja ku komkujî pêk hatî heta niha berdewam dike û wiha axivî: “Êdî kêr gihiştiye hestî ku dayik û kurê wê biryara ku li vir bisekinin da. Daxwaza van mirovan zelal e. Komkujî li pêş çavên cîhanê pêk hat. Ev tişta îro bi serê Emîne Yaşar hat, dibe ku sibê bi serê miroveke din jî were. Heke îro hûn li rex lêgerîna êdalet û maf nesikinin sibê du sibe bi serê we jî were hûn nikarin li benda tiştekî bibin.” Ûgûrlû, anî ziman ku daxwazên malbatê “Mafên bingehîn ên mirovî ne” û wiha got: “Em dizanin niha daraz di çi astê de ye. Divê muxalefet bê rex hev û di fikriyata rêya 3’yemîn de bi hev re têbikoşin. Qasî ku darazeke li gotina ji nav du lêvên desthilatê derkeve dinêre hebe, divê civak bi xwe lêgerîna xwe ya edaletê bidomîne.”   ‘DIVÊ HERKES BI HESTIYAR BE’   Ûgûrlû, bang kir ku herkes têkoşîna piştevaniya malbata Şenyaşar bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hatin seredana malbatê lê piştî ku em ji wir veqetiyan nobeta malbatê berdewam kir û li wir man. Divê herkes deng bide qêrîna edaletê ya malbatê û bi hestiyar be.”   ONEREN: EZ TENÊ DIKARIM BÊJIM FAŞÎZM E   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, tiştên bi serê Emîne Şenyaşar hatine weke “faşîzm” bi nav kir û wiha got: “Pergala ku desthilata faşist a AKP’ê û MHP’ê avakiriye herî zêde dilê dayikan dişewitîne. Dayika Emîne her çiqas li Rihayê bibe jî dilê hemû jinên li her çar perçeyên Tirkiyeyê bi wê re diavêje. Em ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin. Ez nikarim xemginiya dayikê bi peyvan bînim ziman tenê dikarim bêjim faşîzm e. Heke wêneyên faşîzmê bixwazin hûn rûniştina dayikê ya li vir bikşînin têre dike.”   ‘KESÊN HATIN QETILKIRIN BIRAYÊN ME NE’   Oneren, qala giringiya avakirina hezêke yekgirtî ya şoreşger û sosyalîstan kir û wiha axivî: “Bi seredana malbatê xelas nabe. Em neferekî vî şerî ne lê ji bo ku ev pergal bê guhertin divê hemû şoreşger û sosyalist hêzeke yekgirtî ava bikin û li kolanan bin. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin, divê em bi hemû hêzên li dijî pergalê disekinin re tevbigerin. Ev pirsgirêk ne tenê ya dayika Emîne ye ya me hemûyan e, kesên hatin qetilkirin birayên me ne, canên me ne.”   MA / Emrûllah Acar - Lezgîn Tekay