Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin 2021-04-20 13:08:48   ENQERE - Miduriyeta Şaxa TEM’ê belgeyek bêîmze di sala 2018’an de ji Dozgerê ku li Doza Kobanê dinêre re dişîne û salox dide ku astengî li pêşiya binçavkirin, darizandin û girtina 7 parlamenterên HDP’ê nîne.    Danişîna ewil a Doza Kobanê wê di 26’ê Nîsanê de li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. Derket olê ku Miduriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê belgeyek bêîmze ji dozgerê li dozê dinêre re dişîne. Ev agahî piştî bûyerên 2014’an ên Kobanê 4 sal şûn ve di 26’ê Cotmeha 2018’an de ji dozger re tê şandin û ya balkêş ew e ku bêîmze ye.    Di hundirê vê belgeyê de navê parlamenterên HDP’ê Ayhan Bîlgen, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Serpil Kemalbay û Sezai Temelli derbas dibe. Derbarê van parlamenteran de beriya hilbijartinê tê xwestin ku di çarçoveya dosyeya Kobanê de lêpirsîn were destpêkirin. Di vê belgeyê de tê xwestin ev kes werin binçavkirin, girtin û darizandin û her wiha hatiye gotin ku ji bo ev yek pêk werin tu astengî li pêşiya wan nîne.    GIRTINA HDP’Ê DI 2018’AN DE HATIYE XWESTIN    Her wiha di vê belgeyê ku di sala 2018’an hatiye amadekirin, hewldana girtina HDP’ê jî hatiye xwestin. Piştî wê têbiniya 2018’an Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 17’ê adara 2021’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û xwest doza girtina HDP’ê were vekirin.