‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’ 2021-04-20 14:22:58   RIHA - Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê serdana Malbata Şenyaşar kir. Endama Platformê Gulîzar Îpek got: “Qîrîna dayika Emîne ya edaletê guhê me diqetîne û dilê me hemûyan diêşîne.”    Endam û rêveberên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê serdana Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya edaletê li dar dixe kirin.    Di serdanê de Emîne Şenyaşar qala tiştên di nobeta wê ya edaletê de hatine serê wê ji endamên Platformê kir. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz da û got: “Ji dizekan re dibêjin wekîl, ma gelo dizek dibin wekîl?”   Ferît Şenyaşar jî qala hûrguliyên dosyeya dozê kir û got: “We me nexist şîna însanan. We ceza neda van însanan. Êrişî ambûlansên me radikirin nexweşxaneyê kirin û zirarê dan malê dewletê. Qet nebe ji bo vê gavekê biavêjin. Qet nebe ji bo vê ceza bidin wan kujeran.”   Ji Platformê Gulîzar Îpek jî di serdanê de axivî û got: “Heta edalet pêk were em ê jî wek rêxistinên jinan şopdarê doza we bin. Çi ji destê me were em ê bikin û ji bo vê jî amade ne. “Qîrîna dayika Emîne ya edaletê guhê me diqetîne û dilê me hemûyan diêşîne.”