Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin 2021-04-20 15:42:02   ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, têkildarî doza kesên dema qedexeyên derketina yên li navçeya Cizîrê di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin ku dê danişîna wê sibê li AYM’ê bê dîtin daxuyanî da û  xwest ku AYM li gorî qanûnên navneteweyî binpêkirinên mafan mehkûm bike.    Danişan doza kesên ku sala 2015’an di qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ku 79 rojan berdewam kiribûn de li jêrzemînan hatibûn qetilkirin, wê sibê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bê dîtin. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê, xwest li ber avahiya xwe têkildarî dozê daxuyanî bide. Lê ji ber ku polisan avahiya navçeyê dorpêç kir û destûr nedan daxuyanî li ber derî bê dayîn, HDP’iyan daxuyaniyê li hewşa avahiya HDP’ê dan. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navenda û navçeyên Şirnexê tevlî daxuyanî bûn. Daxuyaniya hatibû amadekirin Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç xwend.   TEVÎ HIŞYARIYÊN AYM'Ê QETIL KIRIN   Tunç, di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser pêkanînên qedexeyên Cizîrê û wiha got: “Di dema vê qedexeyê de ku 3 mehan dom kir de nêzîkê 300 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran mal xera bûn û deh hezar kes koçber bûn. Di vê pêvajoya ku bingehek wê ya qanûnî tunebû û ne li ser bingeha mafên mirovan bû, di hişê hemû niştecihên Cizîrê de şopek kûr hişt. Ber bi roja 40'emîn a qedexeyên Cizîrê de raya giştî ji hebûna bi dehan mirovên di 3 jêrzemînên cihê de asê mabûn haydar bû.Tevî biryarên hişyariyê yên AYM'ê ev kes hatin qetilkirin.”   'GELÊ KURD ÇOK NEDANA'   Di berdewama axaftina xwe de Tûnç anî ziman ku tevî hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê jî gel serê xwe netewandiye û ev tişt got: “Tişta ku di dema qedexeyan li Cizîrê de qewimî plana hikûmeta AKP'ê ya têkbirinaTtevgera Azadiyê ya Kurd bû. AKP a ku maseya çareseriyê hilweşand, bi zext, tundî û qedexeyan hewl da ku gelê kurd bêdeng bike. Lê belê gelê kurd li ber vê hikûmeta faşîst çok dananî.”   BANGA LI AYM'Ê    Di dawiya axaftina xwe de Tûnç ev bang li AYM'ê kir: “Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Di vê çarçoveyê de, Dadgeha Destûra Bingehîn dê dosyaya li ser qedexeyên li Cizîrê hatiye amadekirin binirxîne. Divê Dadgeha Destûra Bingehîn binpêkirinên mafan ên li Cizîrê, li gorî qanûnên navneteweyî mehkûm bike. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku di bin bandora AKP'ê de nemîne. Em ji vir bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya Cizîrê. Bila sûcdar hesab bidin.”   'HETA KU KUJER HESAB DIDIN EM Ê TEBIKOŞÎN'    Piştî Tûnç Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û ev tişt got: “Tu hêz nikare kolanên bajerên me qedexe bike û ew qetlîamên li ser civaka me hatin kirin bi me bide jibîrkirin. Wê sibê doza Cizîrê li Dadgeha Destûra Bingehîn bê nrixandin. Weke malbatên Cizîr û Şirnexê em ê dozê ji nêz ve bişopînin. Hesaba herî mezin wê îktîdara AKP-MHP’ê bide. Piştî qedexeyan gelek malbatan serî lê Dadgeha Destûra Bingehîn da û derbarê 180 serlêdanan de biryara neşopandinê hat dayîn. Lê dîrok jî şahid e û herkes dizane ku ev komkujî ji hêla rêveberiya AKP'ê û hevkarên wê ve pêk hat. Heta ku em hesab ji wan nestînîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wê lêgerîna me ya hiqûqî bidome. Heta ku kujer hesab didin em ê tebikoşin.”