346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-04-20 20:53:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 61 hezar û 28 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 346 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 61 hezar û 28 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 36 hezar û 613 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 384 hezar û 624.