Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire 2021-04-21 09:00:27 STENBOL -  Endama Heyeta Muzakereyan a PYNK'ê, Sema Bektaş, têkildarî hevdîtinên di navbera PYNK'ê û ENKS'ê de anî ziman ew ji bo muzakereyan amade ne. Bektaş, da zanîn ku li aliyekî hevdîtin tên kirin û li aliyê din Tirkiye bi hemû hêza xwe hewl dide rê li pêş rêveberiya xweser û statuya Kurdan bigire.  Hevdîtinên di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yên li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek dirêj in didomin, her diçe ber bi xetimandinê ve diçe. Ji ber ENKS dîsa mijarê ji destpêkê de digire dest her tim xwe dubare dike û gavan pêşve navêjin. Rêveberiya Xweser ku li aliyekî armanc dike Yekîtiya Neteweya Kurd xurt bike, li aliyê din armanc dike ku statuya neteweya Kurd di qada navneteweyî de bê naskirin û qebûlkirin. Têkildarî geşedan û hevdîtinên di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de demek didome Endama Heyeta Muzakereyan a PYNK'ê Sema Bektaş, hewldanên hevdîtinan û helwesta Tirkiyeyê nirxand.    HEVDÎTIN RAWESTIYAN    Beştaş, anî ziman ku hevdîtin beriya hilbijartina DYA'yê ji ber hin hincetên ENKS'ê hatine rawestandin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de hevdîtin nehatine kirin. Piştî Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Abdî daxuyanî da û diyar kir ku dê dîsa hevdîtin pêk bên, PYNK ji bo hevdîtinan amade ye. Lê ENKS'ê ji bo ji nûve hevdîtin bên kirin tu daxuyanî nedan.    ENKS HEVDÎTINAN DIXETIMÎNE    Bektaş, destnîşan kir ku DYA ji bo ji nûve hevdîtin bên kirin hem bi wan re û hem jî bi ENKS'ê re hevditin kirine û wiha got: "Niha li Herêma Federe a Kurdistanê hevdîtin tên kirin. Lê ENSK hevdîtinan dixetimîne. Niha gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Lê ENKS wekî gelê Kurd jî tînin ziman bi hincetên biçûk rê li pêş pêvajoyê digire. Nûnerên ENSK'ê dixwazin ku em lêborînê bixwazin. Beriya hilbijartina DYA xwet heta hilbijartin bi dawî bibe em rawestin. Niha rewşa ku Sûriye di navde ne pir baş e. Ku Beşar Esad biçe dê li şûna wî hêzên muxalif bên. Lê ji ber ku ew jî di nava hêza muxalif de cih digirin vê yekê wekî astengî datînin pêş me. Hêj dibêjin 'Em binerin ka siyaseta DYA ya li Sûriye û Rojhilata Navîn çawa pêş dikeve' em li gorî wê tev bigerin."    'ENKS DIXWAZE DAWÎ LI PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÎNIN'    Bektaş da zanîn ku ENSK ji destpêka hevditinan heta niha her dem berê me dide kaş û wiha axivî: "Ji destpêkê heta niha me pêvajoyek pir dijwar derbas kir. Me berê li ser hin mijaran bi ENKS’ê re li hev kir. Lê van mijarên berê dîsa nû dike û tîne pêş me. Ji serî ve dest pê dike. ENKS dixwaze em Hêzên Xweseriya Demokratîk belav bikin. Dixwaze em li dibistanan dawî li perwerdehiya zimanê zikmakî bînin. Dixwaze em Peymana Civakê ji nûve biguherînin. Dibêjin piştî van guhertinan em ji nûve hevdîtinan bikin. Lê me berê li ser van mijaran li hev kiribû. Niha dibêjin em Peymana Civakî biguherînin. Kurd bi tena kerê xwe nikarin peymanê biguherînin. Me hemû gelan bi hevre ev pêvajo ava kir. Her tim dixwazim em lêborîn bixwazin. Bi tiştên biçûk me mijûl dikin. Berê rejîm li vir bû, DAIŞ li vir bû. Salek berê ji aliyê QSD'ê ve komîsyon hat avakirin. Li ser kesên winda lêkolîn dikin. Dibêjin ka ev winda li ku ne. Niha hêj bi sedan mirovên me jî winda ne."    ‘ME ÇIMA DEST BI ŞOREŞÊ KIR'    Beştaş, destnîşan kir ku ENKS dixwaze em ji daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî berdin û li gorî pergala rejîmê perwerdehiyê bibînin û wiha lê zêde kir: "Piştî pêngava şoreşê dest pê kir, bi hezaran dibistan û bi dehan zanîngeh hatin avakirin. Çawa çê dibe ku em li 10 salên berê vegerin û ji nûve bi pergala rejîmê dersan bidin zarokên xwe. Ger ku wisa be me çima dest bi têkoşîna şoreşê kir. Gel li dijî vê helwesta wan pir bi bertek in. Gel van daxwazên wan qebûl nake."    'KURD Û EREBAN CIHÊ DIKIN'    Bektaş, bibîr xist ku ENKS dixwaze li herêma Kurd lê dijîn rêveberî tenê ji Kurdan pêk bê û li herêma Ereb lê dijîn jî rêveberî tenê ji ereban pêk bê û bi vî rengî Kurdan û Tirkan cihê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê li van herêman tenê Kurd najîn. Kurd, Ereb, Suryaniyan bi hevre rêveberiyek ava kirin. Em nikarin bêjin bila tenê Kurd bi rêve bibin. Eger em vê yekê bikin ev li dijî projeya Xweseriyê ye. Eger Xweserî li hemû cîhanê erênî tê dîtin, sedem ewe ku hemû bawerî, gel û kesên cuda xwedî nûnertiya wekhev in. Ev rêbaz li ser pîvanên demokratîk hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ev daxwaza wan li dijî pergala xweseriyê ye."    MIJARÊN ESKERÎ MANE   Beştaş, da zanîn ku wan ji sedî 90'ê niqaşan li pey xwe hiştine û tenê mijarên eskerî mane û wiha got: "Niha tenê peymanên eskerî mane. Di çarçoveya Peyana Duhokê de dê bi QSD'ê re hevdîtin bên kirin û ev hevdîtin dê encamê diyar bike. Me li ser mijarên herî zor li hev kirin. Me di mijarên siyasî de li hevkirin. Me li ser rêveberiya xweser li hevkir. Niha gel dibêjin çima salek bûye we hêj li hev nekiriye."    EM AMADE NE   Bektaş da zanîn ku ji bo dîsa li maseyê vegerin û dest bi hevdîtinan bikin amade ne û wiha got: "Divê her kes bibe yek fikir. Perçebûna Kurdan, Ereban û Suryaniyan pirsgirêkê bêtir kûr dike. Yekîtî ji bo gelê Kurd firsendek dîrokî ye. Kurd xwediyê projeya xweseriya demokratîk in. Cîhan ji vê projeyê hêzê digire. Em ji hevdîtinan re amade ne. Em ji ENKS'ê dixwazin ku ew jî bi vê kerpirsiyariyê nêzî meseleyê bibe. Yekîtî û muzakere ji bo Sûriye û çar perçeyên Kurdistanê pir lgirîng e.    TIRKIYE ASTENG DIKE   Bektaş,, herî dawî anî ziman ku Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statu û rêveberiya xweser û wiha bi dawî kir: "Tirkiye têkiliyên xwe dixe dewrê û naxwaze Kurd bibin xwedî statu û rêveberiya xweser pêş bixin. Em dizanin ku heta niha eger xweserî nehatibe îlankirin jî sedema herî mezin astengiya Tirkiyeyê ye.    MA / Îdrîs Sayilgan