Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne 2021-04-21 09:00:47 AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bal kişand ser gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan berdewam dike û wiha got: "Daxwaza girtiyan pir mirovane ye. Eger tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne."  Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan, têkildarî calakiya gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê mijdara 2020'an de dane destpêkirin û 146 roj in didome nirxandin kir. Ceylan anî ziman ku polîtîkaya perçekirin û rizandinê ya li ser Kurdan didome û wiha got: "Polîtîkayên li dijî hiqûqê yên binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP'ê bi biryarên Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya di 30'ê Cotmeha 2014'an de hatin girtin dest pê kir. Bi vê biryarê hem partiya me û hem jî hêzên demokratîk û muxalif kirin armanca xwe. Girtin encama operasyonên siyasî ne. Hemû îdeayên ku ew dikin nabin sedema binçavkirin û girtinê."    'ZEXTÊN LI DERVE LI GIRTÎGEHAN JÎ DIDOMIN'   Ceylan, anî ziman ku zextlên li derve li ser têkoşîna wan didome, li girtîgehan jî didome û wiha axivî: "Zextên li girtîgehan girêdayî rewşa derve ye. Zext û polîtîkayên serîtewandinê bi qasî li derve hene li girtîgehan jî didomin. Li girtîgehan bi hezaran wekîl, rêveber û endamê partiya me hene. Hêj endam û rêveberên me têne girtin. Niha dîsa ji bo girtin, binçavkirin û tecrîdê şermezar bikin li girtîgehan çalakiya gireva birçîbûnê didome. Armanca vê girevê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin e. Mafê girtiyan ên pirtûk, rojname, xwarinê û hemû mafên wan ên demokratîk têne binpêkirin. Neheq têne sirgûnkirin. Înfaza girtiyên ku 30 salin girtî ye tê şewitandin. Hemû mafên girtiyan ji destê wan girtine. Dixwazin girtî serî li zagona poşmaniyê bidin. Girtiyên vê daxwazê qebûl nakin înfaza wan tê şewitandin."    'DIVÊ PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN HESTIYAR TEV BIGERIN'   Ceylan, da zanîn ku bi hinceta şewba vîrûsa corona gelek mafên girtiyan ên rewa û hiqûqî ji destê wan hatiye girtin û wiha axivî: "Mafê hevdîtinê hatiye bi sînorkirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Rayedarên girtîgehê di bin navê lêgerînê de her roj zext, tundiyê li girtiyan dikin û li girtiyan îşkence dikin. Daxwaza girtiyên ketine gireva birçîbûnê daxwaza hemû civakê ye. Eger tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe dê hemû civak bêhnê bistîne. Tecrîda li girtîgehan pirsgirêka hikûmetê ye. Pirsgirêka gelê Tirk, Kurd û hemû beşên civakê ye. Ji ber vê yekê daxwazên girtiyan daxwazên miroavî ne. Divê em guh bidin van daxwazan û pêvajaya aştî û çareseriyê pêş bixin. Ji bo wekî sala 2019'an li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest nedin divê em hemû guh bidin daxwazên girtiyan û li çalakiya wan xwedî derkevin."    'GIRTÎ BI QUTKIRINA TELEFONA OCALAN BÊTIR KETIN NAVA FIKARAN'   Ceylan bal kişand ser qutkirina telefona Ocalan ku bi Mehmet Ocalan re kir û wiha bi dawî kir: "Bi qutkirina telefonê ya piştî 4.5 deqîqeyan girtî bêtir ketin nava fikaran. Dîsa civak bi vê yekê bêtir ketiye nava fikaran."    Ceylan li ser pîrozbahiya Newrozê jî rawestiya û got: "Li gel hemû astengiyan gel Newroz pîroz kir. Pîrozkirina Newrozê ji bo girtiyan bû moralek pir mezin. Bi milyonan kes daketin qadan û li dijî tecrîdê bertekên xwe anîn ziman. Tevî hemû astengiyan gel li dijî êrîşan siyaseta demokratîk xwest. Gel diyar kir ku pirsgirêk bi rêbazên şer çareser nabin. "    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol