Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir 2021-04-21 09:00:49 MÊRDÎN - Rojnameger David Vergîlî, bal kişand ser cezayê ku li keşe Aho hatiye birîn û anî ziman ku cezayê li Aho hat birîn tirs û fikara gelê Suryanî zêre kiriye. Vergîlî da zanîn ku wan li dijî vî cezayî kampanya daye destpêkirin û xwest her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê.  Di 9'ê Çileya 2020'an de li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Keşeyê Keşîşxaneya Mor Yakup Sefer (Aho) Bîlecan tevî 12 kesan hatibû binçavkirin. Rojek şûnde hatibû girtin. Aho li ser bertekan di 14'ê Çileya 2020'an de hatibû berdan. Keşe Sefer (Aho) Bileçen di 7'ê Nîsanê de derket pêşberî dadger. Heyeta 4'emîn Dadgehê Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdeaya "Alîkarî daye rêxistinê" 2 sal û 1 meh ceza li Keşîş Aho birî. Piştî heyetê hinceta biryarê aşkere kir, parêzerê Keşe Aho serî li Dadgeha Herêmê ya Amedê dan. Piştî ceza li Keşe Aho hat birîn, Yekîtiya Suryaniyên Ewropa, dest bi kampanyayê kirin û xwestin cezayê Aho bê betalkirin. Di kampanyayê de anîn ziman ku rîska Aho bê girtin heye û ev yek fikara wan zêde dike.    11 RÊXISTIN TEV LI KAMPANYAYÊ BÛN   Piştî ceza li Keşe Aho birîn, di pêşengiya Yekîtiya Suryaniyên Ewrhopa de kampanya hat destpêkirin. Piştre Wekîlê Paritya Demokratên Xiristiyan a  Swêd Lars Goran Peter Adaktusson, Goppingen Dêra Mor Yaqup a Pirsûsiyan, Dêra Mor Efrem û Mor Theodorosê Koma Încîl a Kirchhain, Kano Suryoyo, Federasyona Yekîtiya Suryaniyên Almanyayê (HSA), Komeleya Almanyayê ya Suryanî, Federesyona Komeleyên Rakirina Turabdin (DETA), Federasyona Asûrî ya Hollanda, Ciwanên Suryanî û Platlforma Turabdin piştgirî dan kampanyayê. Kampanya bi piştgiriya 11 rêxistinan didome.    Rêveberê Yekîtiya Suryaniyên Ewropa (ESU) û Rojnamegerê Suryanî David Vergîlî, bal kişand ser cezayê girtîgehê û wiha got: "Em ne li benda cezayê girtîgehê bûn. Civaka Suryanî li dijî vî cezayê neheq ketin nava tevgerê. Piştî me kampanya da destpêkirin bi hezaran kesan piştgirî dan vê kampanyayê. Ev biryar suryaniyan dixe nava tirs û fikaran. Yekem car kêşeyek bi vî rengî tê cezakirin. Civaka Suryanî wate nade cezakirina Aho. Di kevneşopiya Keşeyê de alîkarî nayê veşartin. Kesên alîkariyê bixaze jî paşve nayên şandin. Alîkarî pêdivî û hewcedariya baweriya wan e. Kesên alîkariyê bixwazin paşve nayên şandin. Cezayê li Aho hatiye birîn, berdewamiya cezayê li Suryaniyan bê birîn nîşan dide.    'DIXWAZIN RÊ LI PÊŞ VEGERÊ BIGIRIN'   Vergîlî, anî ziman ku di sala 2000’an de neçar man ku ji cih û warên xwe koç bikin û wiha axivî: “Mulkên Suryaniyan ên Mêrdînê dewrî Diyanet û Xezîneyê kirin. Ev ji bo gelê Suryanî fikar zêde kirin. Bi vê yekê rê li pêş vegerê girtin. Dîsa Ayasofya kirin mizgeft. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî gundên Suryaniyan kirin. Ji bo Suryaniyên li Tirkiye dijîn pêvajoyek dijwar pêş ket. Ji ber vê yekê cezayê li Keşe Aho hatiye birîn tirs û fikarê pir zêde dike."    Vergîlî, da zanîn ku Keşe Aho tenê tiştê mirovî kiriye û tiştê kiriye ne sûc e û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê em vî cezayî û vê neheqiyê qebûl nakin. Em saziyên Suryaniyan dê li pêş Parlamentoya Ewropa dest bi çalakiyan bikin. Divê hemû suryanî li warên xwe ji bo keşe Aho çalakiyan li dar bixin û li Aho xwedî derkevin. Divê li doza Keşe Aho xwedî derkevin û ji bo Tirkiye vê biryarê paşve bişikîne li her derê çalakiyên demokratîk pêş bixin. Divê hemû gel piştgiriyê bidin vê kampanyayê."    MA / Ahmet Kanbal