Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye 2021-04-21 10:15:22   AMED - Endamê Konseya Navenda TTB’ê Halîs Yerlîkaya diyar kir ku di venêrînên awarte yên li herêmê de hejmar bi qasî 10 qat zêde bûye û li Amedê jî rêjeya pozîtîf ji sedî 3’yan derketiye ji sedî 25’an.    Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya daneyên pêketî û mirinên vîrûsa koronayê yên di rojên dawî de zêde bûne ji ajansa me re nirxand. Yerlîkaya destnîşan kir ku li venêrînên awarte yên nexweşxaneyên li bajarên bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne. Yerlîkaya anî ziman ku rêjeya testên pozîtîf ên li Amedê jî ji sedî 3’yan derketiye rêjeya ji sedî 25’an. Yerlîkaya destnîşan kir ku vîrûsa mutant belav bûye û ev belav bûn xwe li nexweşxaneyên bajarên bakurê Kurdistanê dide nîşandan.    Yerlîkaya destnîşan kir ku qedexeyên derketine derve û sînordarkirina li dijî vîrûsê wê di nava 2-3 hefteyan de ka bi bandor e an na dê were fêmkirin û têkildarî ku vîrûs kêm bûye di destê wan de dane nîn in û berevajî vê yekê di destê wan de daneyên ku şewb belav bûye hene.    XIZMETA BI ZIMANÊ DAYIKÊ NÎNE    Yerlîkaya got li Amedê yên dora wan derzîkirinê ku hatiye ji sedî 44 hatiye derzîkirin û heta niha tenê derzîkirin di asta rêjeyek baş de tenê li Amedê pêk hatiye. Yerlîkaya da zanîn ji ber kêmasiyên xizmetên randevûyê û nedayîna xizmeta bi zimanê dayikê rêjeya derzîkirinê jî kêm nîşan dide.    ‘EM BI FIKAR IN’    Yerlîkaya bal kişand ser stratejiya testan û pêdivî bi kelûpelên ji bo tespîta vîrûsa mutant heye û her wiha divê yên di grûpa rîskê de bi priyodên diyar testa wan were kirin. Yerlîkaya anî ziman ku ew ji rewşa heyî ango zêdebûna pêketî û mirinên koronayê bi fikar in û li ber ku fikarên aborî derdixin pêş ew bi fikar in. Yerlîkaya banga xwederzîkirinê li xelkê kir û xwest xelk girîngiyê bide derzîkirinê. Yerlîkaya got derzîkirin amûrek girîng a têkoşîna bi pandemiyê re ye. Yerlîkaya destnîşan kir ku ew bi rêveberiyek ku di têkoşîna li dijî pandemiyê de neserketî ye re rûbirû ne û divê civak ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê daxwazên xwe tim bîne ziman.    MA / Cahît Ozbek