Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe 2021-04-21 10:26:23   ENQERE – Bi Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re wê tevahiya Koma HDP’ê ya Meclisê tevlî danişîna Doza Kobanê ya di 26’ê nîsanê de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin bibe.    Danişîna 1’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên berê yên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin wê di 26’ê nîsanê de dest pê bike. 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê wê li dozê binêre û danişîn li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.    NE DIYAR E KU ÇEND ROJ BIDOME   Heyeta duyemîn ku tayînî 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hatiye kirin wê tenê dosyayên girêdayî vê dozê binêre. Danişînên ku her roj saet di navbera 10.00 û 16.0’an de bên dîtin ne diyar e ku çend roj bidomin. Heyeta dadgehê, dema “vekolîna girtîtiyê” ya di 2’ê nîsanê de îşaret dabû ku wê darizandin 45 rojan berdewam bike. Lê hevdîtinên parêzeran ên ji bo vê miajrê bi heyetê re didomin. Li gorî îttîraza parêzeran wê danişîna 2 hefteyan berdewam bike û 2 hefte jî navber bê dayîn.    WÊ KESÊN NE LI SÎNCANÊ BI SEGBÎSÊ TEVLÎ DANIŞÎNÊ BIBIN   Tê plankirin ku siyasetmedar Ayla Akat û siyasetmedarên din ên li Girtîgeha Sîncanê dimînin bînin eywana danişînê, lê siyasetmedarên derveyî Sîncanê ji ber pandemiyê li girtîgehên ku lê ne bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînan bikin. Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê dimîne daxwaz kiriye ku wê bibin eywana danişînê. Tê payîn ku siyasetmedarên berdayî tên darizandin jî li danişînê bên amadekirin.    Wê xizmên kesên ku di şermezarkirinên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane negirin danişînan. Tê plankirin ku kesên bixwazin tevlî danişînê bibin wê li eywaneke din bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bên kirin. 2 hezar û 600 kesên gazindker ên di dosyayê de cih digirin wê karibin bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bibin.    WÊ KOMA MECLISÊ YA HDP’Ê TEVLÎ DANIŞÎNA DESTPÊKÊ BIBE   Bi Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re wê tevahiya Koma HDP’ê ya Meclisê tevlî danişînê bibin. Her wiha ji bo ku tevlî danişînê bibin HDP’ê banga piştvaniyê li nêzî 500 rêxistinên sivîl kir. Hat hînbûn ku gelek kes dixwazin tevlî danişînê bibin lê ji ber pandemiyê wê tenê hatine kesên li Enqerê û bajarên derdorê bê pêkanîn.    JI BO ROJNAMEGERAN SÎNORKIRIN TUNEYE   Bi 50 parêzerên ku siyasetmedaran biparêzin re wê ji 100’î zêdetir parêzer tevlî danişînê bibin. Di hefteya destpêkê de wê bi tevlîbûna parlamenteran daxuyanî bên dayîn. Ji bo rojnamegerên ku danişînê bişopînin jî tu sînorkirin tuneye.    Li aliyê din tê payîn ku ji Parlamentoya Ewropayê nûnerên gelek partiyên ku komê wan li parlamentoyê hene û nûneren rêxistinên hiqûq û mafên mirovan jî tevlî danişînê bibin.