Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan 2021-04-21 11:08:26   MÊRDÎN - Hat tespîtkirin ku Ridvan O. yê li Qoserê destdirêjî keça xwe ya 6 salî kir û hat girtin, 4 mehan cixare û madeyên hişbir bi zaroka xwe dane kişandin. Hat zanîn ku bersûc beriya niha jî ji tacîzkirina jinekê hatiye binçavkirin û pişt re hatiye berdan.   Ridvan O. yê li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber destdirêjî keça xwe ya 6 salî û dayika xwe ya 60 salî îstîsmar kir û tundî li 2 zarokên xwe kir, pêr hatibû binçavkirin û girtin. Ji ber ev yek derket holê, bi hêceta pîrika zarokan nikare li wan binêre, her sê zarok bi biryara dadgehê li wargehê hatin bicihkirin. Piştî ku bersûc hat girtin, zarokan ji pedagog û psîkologan re tiştên bi serê wan hatin vegotin. Hat zanîn ku di 4’ê nîsanê de gilî li Xeta Tundiyê ya Elo 183’ê hatiye kirin û li ser vê yekê Navenda Xizmeta Civakî ya Qoserê ku girêdayî Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî ye rewş lêkolîn kiriye. Lê hat diyarkirin ku pîrika zarokan “agahiyên xelet” dane rayedarên bi psîkolog û pedagogan çûne mala wan û li ser vê yekê bi hêceta “tundî nehatiye tespîtkirin” tu kirarî nehatine kirin. Rayedarên Navenda Xizmeta Civakî, piştî du roj bi ser gilîkirinê re derbas bûn, careke din çûn malê û lêkolîn kirin. Rayedaran piştî lêkolînên ku kirin, ji bo xizmeta Aborî û Civakî bidin malbatê kirin bin çavdêriya.   ÎSTÎSMAR 4 MEHAN DOM KIRIYE   Pirîka zarokan ku di 8’ê nîsanê de dît keçika 6 salî cardin hatiye îstîsmarkirin, bertek nîşanî Ridvan O. da. Li ser vê yekê tundiya fîzîkî û zayendî li dayika xwe kir. Pirîka zarokan êdî li dijî tiştên qewimîn xwe ne girt û di 15’ê nîsanê de giliyê kurê xwe kir. Piştî ku bersûc duh hat girtin, derket holê ku pîrikê beriya niha tiştên bi serê zaroka 6 salî hatine vegotiye lê kesê jê bawer nekiriye. Wekî din hat tespîtkirin ku di lêkolîna li hember beyanên têkildarî ku zaroka biçûk 10 roj in tê îstîsmarkirin ên pirîka wê de, zarok 4 meh in bi awayekî sîstematîk tê îstîsmarkirin. Her wiha di dema îstîsmarkirinê de cixare û madeyên hişbir bi zarokên xwe daye kişandin. Ji aliyê din ve hat zanîn ku ji bo zarok û dayika wî îstîsmarê venebêjin, Ridvan O. bi kuştinê gef li wan xwariye.   JI TACÎZÊ HATIYE BINÇAVKIRIN   Hat tespîtkirin ku Ridvan O. ji ber di sala 2020’an de tevlî şerekî bûye cezayê hefsê girtiye, piştî ku salekê di girtîgehê de maye hatiye berdan û madeyên hişbir jî bikar anîye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Ridvan O. rojekê berî 8’ê nîsana ku dayik û zaroka xwe îstîsmar bike, ji ber tacîzî jinekê dike hatiye binçavkirin. Ridvan O. yê li ser giliyê wê jinê hatiye binçavkirin piştî îfadeya wî hat girtin hatiye berdan.   MA /Ahmet Kanbal