Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e 2021-04-21 11:34:27   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku bi daxwaza edaletê 44 rojin li ber avahiya edliyê di nobetê de ye, wiha got: “Li dijî zilmê bêdeng mayîn, tê wateya hevkariya zilmê kirin e.”    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, çalakiya xwe ya nobetê ya bi daxwaza “Edalê” di roja 44’emîn de dewam kir. Malbata Şenyaşar ji ber ku hevdîtina heftane ya telefonê bi kurê xwe Fadil Şenyşar ê li Girtîgeha Sergirtî ya Xerpetê dimîne re kir, dereng derbasî ber avahiya edliyê bû.    ‘BIBIN DENGÊ LI DIJÎ ZILMÊ’   Malbata ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, malavayî li Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê kir, ji bo ku serdana wan kiribû û wiha got: “Li dijî zilmê bêdeng mayîn, tê wateya hevkariya zilmê kirin e. Werin em li dijî zilmê û bêdadiyê bibin yek deng.”