Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir 2021-04-21 12:02:45   TRABZON - Doza derbarê mirina Metîn Lokûmcû yê di sala 2011’an de li Hopayê, ji behsa qaza polîsan avêtin bi bondar bû û jiyana xwe ji dest da bû de hat vekirin, piştî 10 salan dest pê kir.   Yekemîn danişîna derbarê mirina mamosteyê emekdar Metîn Lokûmcû yê di encama êrişa polîsan a li dijî şermezarkirinên berî mîtînga hilbijartina sala 2011’an a ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li navçeya Hopa ya Artvînê li dar bixe, jiyana xwe ji dest da bû de hatibû vekirin, dest pê kir.    Di dozê de, midurên miduriyeta polîsan ên bajêr û navçeyê yên wê demê jî, di nav de 13 polîs bi sûcdariya “bi zanebûn mirov kuştinê” tên darizandin. Doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî yê Trabzonê hat dîtin.    BERÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ DAN   Parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û Ahmet Şik, Parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û Ahmet Kaya, ji bajarên Artvîn, Giresûn û Rize jî gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî yên hatin bajêr.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Trabzonê, berî danişînê li ber edliyê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê Platformê Engîn Nûr, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Darizandin ji gelê Hopayê hat revandin. Gelê Trabzonê xwedî vê dozê derket û bû sebeb ku ev pêvajî pêk were. Em ê weke hêzên ked û demokrasiyê, têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo Metîn Lokûmcû heya dawiyê dewam bikin. Em ê xwedî vê dozê derkevin.”   Ji rêveberên Malagel a Hopayê Kamil Ûstabaş jî, da zanîn ku ewê lêgerîna xwe ya edaletê her tim dewam bikin.