Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû 2021-04-21 12:47:30 ÊLIH - Dayika Aştiyê Mûhlîsê Kina ku heta kêliya dawiya jiyana xwe ji bo gelê xwe têkoşiya, wesiyet kiriye ku destmala kesk, sor û zer a di jiyana xwe de qet ji xwe veneqetand deynin ser gora wê.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Muhlîse Kina (55) di 17’ê nîsanê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Kina ya ku roja şemiyê di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da, li gundê Tilmis ê girêdayî navenda Êlihê di bin dorpêça esker û polîsan de hat veşartin. Polîsan serdana gora Kina ya di 19’ê nîsanê de bi hêceta îxbara “Wê propagandaya rêxistinê bê kirin” asteng kir. Lê wesiyeteke Kina hebû. Heke rojekê bimire destmala wê ya kesk, sor û zer bi wê re veşêrin.    Mûhlîse Kina, li gundê Şêbiyê ya bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve tê dinê. Malbata Kina ku ji ferdan pêk tên ji ber zextên dewletê di sala 1989’an de bar dikin tên taxa Îpragazê ya Êlihê.    TEVLÎ DAYIKÊN AŞTIYÊ BÛ   Kina piştî demekî tevli xebatên Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) dibe. Ji roja têkoşîna kurdan nas dike û şûn ve diçe Cejnên Newrozê û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hemûyan. Di her çalakiyê de li refên herî pêş cih digire. Kina ya li taxan xebatê bi rê ve dibe, di sala 2015’an de tevlî Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Batmanê dibe. Dayika Aştiyê Kina, li rex kesên ku li mafên xwe digere cih digire. Êdî ew dayika Mûhlîse ya Êlihê ye.    WESIYETA WÊ DESTMALA KESK, SOR Û ZER BÛYE   Wesiyeta dawî ya Kina ew bû ku destmala kesk, sor û zer a di jiyana xwe de qet ji xwe veneqetand, deynin ser gora wê. Xwişk û birayên dayika Mûhlîse wesiyeta wê bi cih anîn û destmalê danîn ser gora wê. Lê leşkerên ku goristan dorpêç kiribûn destûr nedan destmal li ser gorê were hiştin û rakirin.    'HER TIM LI QADAN BÛ'    Şukran Kina ya li gel hemû astengiyan wesiyeta xwişka xwe bi cih anî da zanîn ku xwişka wê di jiyana têkoşîna xwe de carekê jî negotiye ‘of’ û qet bêhêvî nebû. Kina, diyar kir ku xwişka wê her tim li qadan bû û got: “Li gel ku nexweş bû jî her tim moral dida me. Her tim ji me re qala girîngiya têkoşînê dikir. Cihê destmala kesk, sor û zer lê veşartibû ji me re got û wiha wesiyeta xwe kir: ‘Dema ez mirim vê desmalê deynin ser gora min.’" Şukran Kina bertek nîşanî astengkirina veşartina cenaze û tiştên pişt re qewimîn da û got: “Bila serê gelê kurd sax be.”   ‘BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE’   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Êlihê Necdet Îpekyuz jî qala têkoşîna dayika Mûhlîse kir û wiha axivî: “Dayikeke ku di Êlihê de xebatên dîrokî dimeşand û pêşeneg bû. Di hemû xebatên bajêr de cih digirt. Li ku çalakiyek hebûya li wir bû. Têkoşîna ‘ji bo mirov nemirin û aştiyek pêk were’ dida. Dayika Mûhlîse ya di berxwedana dayika ya dîrokî de cih girt bêwext jiyana xwe ji dest da û ji nava me qetiya. Bila serê gelê kurd sax be.”   'BERXWEDANA WÊ EW TIRSANDIN'   Îpekyuz, bertek nîşanî astengkirina serdana goristanê da û wiha got: “Dewleta ku bêperwa nêzîkî serdana goristana dayika aştiyê bû, ji têkoşîna wê û berxwedana wê tirsiya. Dîrok şahidiya kesên ji gora dayikekê tirsin dike.”   MA / Fethî Balaman