Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne 2021-04-21 12:57:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim, diyar kir ku êrişên hêzên girêdayî hikumeta Şamê yên li Qamişloyê, encama lîstokên Rûsyayê û hikumeta Şamê ne û got: "Bi van êrişan dixwazin ku beriya hilbijartinan dengên xwe zêde bikin."    Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh di saetên şevê de, di navbera hêzên Difa El Wetenî ya girêdayî rejîma Şamê û Hêzên Hewlekariya Hûndirîn de şer derket. Di şer de endamekê Hêzên Hewlekariya Hûndirîn jiyana xwe ji dest da û cih bi cih şer dewam dike. Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim, darbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û nirxandinên girîng ji bo êrişa Difa El Wetenî kir. Muslim, diyar kir ku ev êriş bi Rûsyayê ve girêdayî ye.   NE ÊRIŞA YEKEMÎNE    Muslim, da zanîn ku armanca van êrişan xirabkirina aramiyê ye û wiha axivî: "Bêguman ev êrişên wan çi ji aliyê Rûsan ve bin, çi jî ji aliyê hikumeta Şamê ve, ne cara yekem e û nabe ya dawiyê jî. Bi van tevliheviyan dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî de bibêjin em hene. Êdî tê zanîn ku ew tevliheviyê derdixin, paşê jî Rûsya dikeve navberê ku ev yek bi zanebûn tên kirin û tiştekî bêexlaqî ye.”   LISTIKA HEVŞAR A RÛSYA Û ŞAMÊ YE   Muslim, dest nîşan kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi van êrişan dengê xwe zêde bike û wiha pê de çû: "Nêzbûna hilbijartinê ya hikumeta Şamê jî esasê van tevliheviyan e. Ji bo ku bi wan ve bên girêdan û herin ser sindoqan û dengên xwe zêde bikin. Bi zextan, hesabên hilbijartinan dikin. Bi vê yekê dixwazin propagandaya xwe bikin û bibêjin em bi hêz in. Ev tiştên vala ne. Ev lîstokên hikumeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kirin. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin. Lê dîsa vegeriyan. Bi van nêzîkatiyan bawerî ne bi Rûsyayê ne jî bi hikumeta Şamê çêdibe û her ku diçe di nav gel de jî namîne. Ev nayê wê wateya ku hêzên me lawaz in."   GEL HIŞYAR KIR   Salih Muslim, bi bîr xist ku ev êrişî tu carî xizmeta gelê herêmê nakin û gel wiha hişyar kir: "Têkiliyên hikumeta Şamê bi dewleta Tirk re jixwe li ser esasê têkbirina aramiyê herêmê hene. Her du jî dixwazin bêbawerî ligel Rêveberiya Xweser çêbe û tevliheviyan çêkin. Ev nakevin xizmeta aramiyê. Gelê me divê li dijî van planan hişyar be."