Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê 2021-04-21 13:37:28   EDENE - Tûba Sert a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tasûsê dimîne, ragihand ji ber ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê bûne, cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn.    Tûba Sert a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê ya Mêrsînê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirinên mafan a 146 rojin dewam dike û ev agahî parve kirin.    Sert, ragihand ku çalakiya wan bi biryardarî dewam dike û bang xwedî derketinê li raya giştî kir.   Sert, da zanîn ku 9 kes li qawîşa C-6 a girtîgehê dimînin û wiha got: “Ji van 9 kesan, 6 jê ketin greva birçîbûnê. Girtiyên ketin greva birçîbûnê, ser û mîda wan dihêşe û pirsgirêkên tenduristiyê yên weke qebzîtî û çûyîna emel dijîn. Dîsa nêzîkatiyên bijîşkê girtîgehê yên neyînî dewam dikin. Ji ber ku em beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn, derbarê me de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kirin û ceza dan me. Me serî li Dadgeriya Înfazê da. Lê îtîraza me nehat qebûl kirin. Ligel şert û mercên pandemiyê jî, li qawîşên me lêgerînê dikin.”