Li Amedê şermezarkirina tecrîdê 2021-04-21 13:47:42 AMED – Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji bo şermezarkirina tecrîdê û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan çalakiya rûniştinê li dar xist.   Rêxistina HDP’ê ya Amedê, xwest li parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî vê tecrîdê hatiye destpêkirin, çalakiya rûniştinê li dar bixe. Rêveber û hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwariyan (TUAY-DER) û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.    Beriya daxuyaniyê polisan devera ku daxuyanî lê bihata dayîn dorpêç kirin û li têketina parqê pêşî li girseyê girtin. Li gel hevdîtinên ku di navbera polisan û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan de hatin kirin jî bi hinceta ku daxuyanî derbarê tecrîd û greva birçîbûnê de ye polisan destûr neda daxuyaniyê.    Li ser astengkirinê girseyê tilîlî û dûrişmeya “Bijî berxwedana zindana” bertek nîşanî polisan dan û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.