Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2021-04-21 14:08:24   SÊRT - Di encama qezaya trafîkê ya li navçeya Misircê erebe ji rê derket û qelibî de, ajokar Serhat Koç jiyana xwe ji dest da.    Ajokar Serhat Koç (23) ji bo li mihên derketin pêşiya wî nede, di rêya bêjahiyê ya di navbera Sêrt û navçeya wê Misircê de kontrola wesayîta xwe winda kir. Di encama qezaya trafîkê de wesayîta Koç ji rê derket û qelibî. Li ser îxbarkirina kesên derdorê, tîmên agirkuj û AFAD’ê hatin cihê bûyerê û Koç ji erebeyê derxistin. Tîman, diyar kir ku Koç jiyana xwe ji dest da ye. Cenazeyê Koç rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sêrtê. Têkildarî qezayê dest bi lêpirsînê hat kirin.