Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin 2021-04-21 16:04:25 TRABZON - Parêzerên doza Metîn Lokûmcû yê li navçeya Hopa ya Artvînê di mudaxileya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû xwestin dosye ji bo Dadgeha Cezayê Giran were şandin, lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.    Metîn Lokûmcû li navçeya Hopa ya Artvînê di 31’ê gulana 2011’an de piştî serdana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku wê çaxê serokwezîr bû, bûyer derketibûn û di encama mudaxileya polîsan a bi gazên îsotê de jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna ewil a doza derbarê Lokûmcû ku piştî 10 salan dest pê kir îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Trabzonê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP, CHP, TÎP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parêzer beşdarî danişînê bûn.    Celal Karaoglû ê parêzerê bersûcan parastinê kir û sûcdariya li ser miwekîlên xwe red kir û xwest miwekîlên wî werin beratkirin.    DAXWAZA BÊWEZÎFEYÊ    Ji parêzerên Lokûmcû, Oya Merîç Eyûboglû destnîşan kir ku bûyer bi qestî pêk hatiye û gazên kîmyewî ku gelek kesan kuştine di dosyeyên cuda de derdikevin pêşberî wan. Eyuboglû da zanîn ku gazên CS û CO yên di bûyerê de hatine bikaranîn di asta kuştinê de ne di rapora dosyeyê de hene û got: “Em dixwazin dadgeha we biryara bêwezîfeyê bide.”    Parêzerê malbata Lokûmcû Sercan Aran jî destnîşan kir ku heke bersûc werin cezakirin wê ev cezakirin bikeve pêşiya polîtîkaya bêcezakirinê were girtin.    ‘HÊJ HESAB PIRSÎN DEST PÊ KIR’    Piştî parastina parêzeran kurê Lokûmcû, Ûlaş Lokûmcû axivî û diyar kir ku piştî deh salan derfetên hesab pirsînê dîtine û got: “Min dixwest bersûc li vir bin û li nava çavên min binêrin. Min herî dawî roja bûyerê bi bavê xwe re bi telefonê xeber da. Di kêliya em diaxivin jî gaz diavêtin ber bavê min û telefonê girt. Min kuştina bavê xwe ji televîzyonê bihîst.”    ‘MEXDÛR DIGUHERE LÊ BELÊ BÊCEZA HIŞTIN NAGUHERE’    Serokên baroyan ku beşdarî danişînê bûn jî axivîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di danişînê de axivî û got: “Di dîroka komarê de li vî welatî tenê polîtîkayek neguherîye; ew jî bêceza hiştin e. Di bûyerên ku faîlê wê hêzên dewletê ne her tim bi bêceza hiştinê re rûbirû dimînin. Mexdûr diguhere. Ew mexdûr dibe ji Cizîrê, Hopayê û Somayê. Lê belê bêcezatî naguhere.”    Serokên baroyên Artvîn, Trabzon, Îzmîr, Wan û Bûrsayê, nûnerên rêxistinên hiqûqê jî di danişînê de axivîn.    DAXWAZ HAT REDKIRIN    Dozger xwest daxwaza parêzeran a bêwezîfetiyê û beşdariya serokên baroyan a danişînê were redkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza beşdariya serokên baroyan û “bêwezîfetiyê” ya parêzeran red kir û navber da danişînê.