Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e 2021-04-22 09:01:47 STENBOL – Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Dr. Osman Ozturk, diyar kir ku di şewba koronayê de AKP li şûna tenduristiya gel berjewendiyên mistek olîgarşikan difikire û ev tişt got: “AKP ji bo tenduristiyê ne baş e. Hejmara fermî ya miriyan 36 hezaran derbas kir lê hejmara rasteqîn 10 hezar e. Tiştek wiha dibe? Ev komkujî ye.” Polîtîkaya desthilata AKP’ê yên li şûna tenduristiya gel girîngiyê dide aboriyê dibe sedema encamên gelek giran. Ji 1’ê adarê ku hejmara pêketiyan 10 hezar û hejmara miriyan li derdora 70 kesan bû ve hejmara pêketiyan derket 60 hezarî û hejmara miriyan jî derket derdora 350 kesan. Ji ber vê rewşa nebaş bergiriyên ku bi destpêkirina Remezanê re hatin girtin jî nabin çare û hejmara pêketî û miriyen vîrûsa koronayê kêm nakin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Dr. Osman Ozturk, rewşa heyî ya koronayê nirxand û diyar kir ku desthilata AKP’ê civakê daye aliyekî û ji bo mistek olîgarşîkan tevdigere.    VEBÛNA BÊKONTROL   Ozturk, bi lêv kir ku ji destpêkê ve ji bo koronayê tevdîrên têrker nehatine girtin û wiha got: “Vebûna 1’ê adarê de bêkontrol pêk hat. Ev bêkontrolbûn sedema rewşa îro ye. Diyar e ku wê ev rewş demekjî wiha bidome. Her çiqas weke hin tiştên bên kirin xwanê bibe jî di rastiyê de desthilat li şûna şewbê civakê îdraqsaziya civakê bi rê ve dibe. Bergiriyên dawiya hefteyê û yên di nav hefteyê de tu pêşketinekê çênakin. Bi awayekî vekirî karê me maye li vîrûsê. Vîrus çawa tevbigere em dibin qurbana wê.”   EV AGIR VENAMIRE   Di berdewamê de Ozturk, destnîşan kir ku heta tevdîrên pêwîst neyên girtin wê şewb weke niha bidome û ev tişt anîn ziman: “Ji bo kontrolkirina şewbê ji bilî hilberandina zarûrî divê hemû hilberandin rawest e. Vemirandina vî agirî bi van bergiriyan ne pêkan e. Divê derzîkirin bi lez bê kirin. Divê test jî jî bi lez bên kirin. Divê teqez girtina bi piştgiriya aborî û civakî bê kirin.”   NEXWEŞXANEYÊN TAYBET   Ozturk, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikbûna nexwexaneyên taybet a şewbê û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: “Nexweşxaneyên taybet nexweşên koronayê biha tedawî dikin. Heke nexweşxaneyên taybet wiha tevbigerin divê teqez Wezareta Tenduristiyê wan gelemperî bike. Gotin di cih de nexweşxaneyên taybet hem binî hem jî ser qedeyîf diqelînin. Hem ji SGK’ê pere digirin hem jî ji welatiyan digirin. Welatiyên ku perê wan tunebe nagirin. Mirovên ku ji ber vê rewşê jiyana xwe ji dest didin jî hene.”   POLÎTÎKAYA DERZÎKIRINÊ   Di axaftina xwe de Ozturk, bal kişand ser polîtîkaya derzîkirinê ya desthilata AKP’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xiza derzîkirinê kêm bûye. Polîtîkaya derzîrkirinê şaş e. Bi salan em li gundan geriyan û bi şertên kevnera me derzîrkirinê kir. Bi randevu girtinê, bi dor girtinê derzîkirin nabe. Kesên ku naxwazin xwe derzî bikin derzî nabin. Lê dema ku tu derzî nebî hinekên din nexweş dixînî. Polîtîkayeke wiha ya derzîkirinê nabe. Desthilat tenduristî û mafê gel nafikire. AKP ji bo tenduristiyê ne baş e. Ev tenê berjewendiyên mistek olîgarşîkan difikirin. Hejmara fermî ya miriyan 36 hezaran derbas kir lê hejmara rasteqîn 10 hezar e. Tiştek wiha dibe? Ev komkujî ye.”   MA / Îdrîs Sayilgan