Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin 2021-04-22 09:01:50 STENBOL – Rojnamegeran, di Roja Rojnamgeriya Kurdî de diyar kirin ku wê heqîqetê binivisînin û ev tişt gotin: “Me pênûsa xwe ji nirxên mîna Gûrbetelî Ersoz û Mûsa Anter dewr girtiye. Pênûsa wan duh jî dinivisand wê îro jî dinivisînin û sibe jî binivisînin.” Di ser destpêkirina weşandina “Rojnameya Kurdistan” ku di 22’ê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê kurê Begê Bedirxanan Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hatiye derxistin re 123 sal derbas bû. Rojname bi giştî 31 hejmar hatiye weşandin û di sala 1902’yan de weşana xwe bi dawî kiriye. Ji sala 1973’yan ve 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Em Roja Rojnamegeriya Kurdî û kevneşopiya çapameniya azad bi rojnamerên kurd re axivîn.    DOZNAME    Rojnameger Sadiye Eser, diyar kir ku rojnamegerên kurd bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Zextên li ser rojnamegerên kurd tenê bi astengkirinan sînor nînin. Ev zext hin caran dibe girtin hin caran bi rengekî din dertê pêşberî me. Di doznameyên me de jî ji bilî karê rojnamegeriye pêştir tiştekî din dernake pêşberî me. Ji ber ku zextên li ser kurdan bi rêya çapameniyê tên nişandan, çapamenî ji bo kurdan gelek girîng e. Hevalên me li wanê avêtina welatiyan a ji helîkopterê derxistin holê û ji ber vê hatin girtin. Heke çapameniya kurd nebûna wê tu saziyeke çapameniyê wêrek nekirina vê nûçeyê biweşîne.”   ZEXTÊN TÊN GUHERTIN   Eser, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî ji roja ku dest pê kiriye ve hewl dide heqîqetê derxe holê û ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê timik dibe hedefa desthilatan. Naxwazin binpêkirinên mafan ben ragihandin. Di salên 1990’î rojnameger dihatin qetilkirin û avahiyên rojnameyan dihatin bombekirin. Îro jî em tên binçavkirin û girtin.  Mîrateya ku me ji duh girtiye em ê bidomînin. Dema ku hevalên me hatibûn qetilkirin hin hevalên din nûçeyên wan nivîsandibûn. Dema ku Ozgur Gundem hat girtin û hemû xebatkirin hatin binçavkirin roja din bi manşeta “Em ê serî netewînin” hat weşandin. Îro dibe ku bê astengkirin lê em ê mîrateya ku me ji Mûsa Anter û Gûrbetelî Ersoz girtiye bidomînin. Mezinbûna me ya îro nîşan dide ku berxwedana çapameniya kurd çiqas mezin e.”   ‘ZANÎNA RASTIYAN DESTHILATÊ ACIZ DIKE’   Edîtora Yenî Yaşamê Gulcan Derelî jî destnîşan kir ku xebata li çapameniya azad wêrekiyê dixwaze û wiha got: “Nûçeyên ku em çidikin dibe mijara dozan û gelek hevalên me tên girtin. Zanîn rastiyan desthilatê aciz dike û di berdilê vê de xebatên me tên astengkirin. Lê nikarin me asteng bikin. Ragihandina rastiyan a civakê karê me ye. Ji bo kurdan rojnamegerî girîng e. Sûra Amedê tunebû û bi hezaran kes hatin koçberkirin. Heke en Sûr devereke Stenbolê bûne wê hemû çapameniyê cihê bidayê. Lê dema ku mijar dibe kurd nayê dîtin û serê tê girtin. Ji ber van sedema ji bo kurdan çapamenî girîng e. Heke çapameniya azad nebe wê dûmana agirê heta cihê ku dertê bê dîtin.”   ‘EM HEWL DIDIN BIBIN DENGÊ HEMÛ BEŞAN’   Derelî, da zanîn ku nûçeyên ku çapameniya alîgir wêrek nake ku çêbike ew çêdikin û ev tişt anîn ziman: “Em hewl didin bibin dengê gelek beşên civakê. Tişta em dikin nivîsandina rastiyê ye. Çawa ku çapemeniya Tirkiyeyê bşi salan kurdan nedîtiye wisa çapemeniya kurd jî nedîtiye.  Li gel hemû zextan jî xebatkarên çapemeniya azad xebatên xwe didomînin. Beriya niha gelek rêbazan ceribandin. Bi zilm û zordariyê nikarin xebatkarên çapameniya azad têk bibin. Lewre me pênûsa xwe ji nirxên mîna Gûrbetelî Ersoz û Mûsa Anter dewr girtiye. Pênûsa wan duh jî dinivisand wê îro jî dinivisînin û sibe jî binivisînin.”   MA / Kadîr Guney