Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye 2021-04-22 09:01:51 WAN - Ji parêzerên OHD’ê Ekîn Yeter, diyar kir ku di hiqûqa navneteweyî de, tecrîd weke îşkenceyê tê pênaskirin û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê ya li tevahiya civakê belav bûye û cihê wê di hiqûqê de tuneye, bi dawî bibe.”  Çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2020’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan dest pê kir, di roja 147’emîn de dewam dike. Ji endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ekîn Yeter a cihê xwe di Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya ji bo şopandina çalakiyê hatiye avakirin de cih digire, diyar kir ku daxwazên girtiyan meşrû ne.    BELAVÎ CIVAKÊ BÛYE   Yeter, bi bîr xist ku ji roja Ocalan hatiye girtin û vir ve dibin tecrîdek giran de ye û wiha axivî: “Di sala 2011’an de tecrîd hat kûrkirin. Ev tecrîda girankirî, di saya çalakiya greva birçîbûnê ya di navbera salên 2018 û 2019’an de, kêm jî be hat şikandin. Lê ev 2 salin, em bi rejîmeke tecrîdê re rû bi rû ne. Tecrîd li hemû girtîgehan, malbatên girtiyan û tevahiya civakê belav bûye. Di pêvajoya pandemiyê de, qanûneke înfazê hat derxistin. Lê gelek pêvanên wê hatin paşguhkirin. Girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Serbest berdana bi kontrol a gelek girtiyan asteng kirin. Daxwaza rakirina tecrîdê, di heman demê de bi vê girêdayî ye. Bi vê qanûnê êrişî hemû mafên girtiyan siyasî kirin.”    DAXWAZA MEŞRÛ Û HIQÛQÎN E   Yeter, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn û wiha pê de çû: “Kargo û pirtûkên girtiyan nedan wan, qawîş tije bûn, amûrên paqijiyê endan, hevdîtinên malbatan û mafên civakî asteng kirin, girtiyên nexweş di hucreyên karantînayê de girtin û gelek binpêkirinên mafan ên mîna van rû dan. Ev jî bû sedem ku tora tecrîdê berfirehtir bibe. Ji ber vê yekê hemû daxwazên girtiyan meşrû hiqûqîne.”    ‘TECRÎD ÎŞKENCEYE’   Yeter, anî ziman ku di hiqûqa navneteweyî û netewî de, tecrîd weke binpêkirina mafên mirovan tê dîtin û wiha bilêv kir: “Dadageha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) vê rewşê weke ‘îşkence û mûameleya xirab’ dinirxîn e. Tecrîd kûrkirina pêkanînên dij miroviye. Di hiqûqê de cihê tecrîdê tuneye. Ji ber vê her roja diçe çalakiya greva birçîbûnê belavtir dibe. Grevên dûrveger ên 5 rojan, ketin tûra 2’yemîn. Di pêvajoya pandemiyê de, grevên birçîbûnê rîskek mezin e. Di vê pêvajoya bi rîsk de, divê Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hûndir û rayedarên dewletê, daxwazên girtiyan bixin rojeva xwe. Lazime ku rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û qaûnên hatine hişk kirin bên nerimkirin. Divê em di ferqa vê tecrîdê dibin. Lazime ku raya giştî û rêxistinên civaka sivîl, xwedî li van daxwazên mafdar ên girtiyan derkevin.”