Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin 2021-04-22 09:01:52 AGIRÎ - Di serdegirtina malê de, polîsan dest danîn ser alavên teknîkî yên rojnameger Abdullah Kaya. Lê tevî biryara dadgehê ya ‘bila werin radestkirin’ jî alavên Kaya nayên radestkirin.  Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatibû girtin Abdullah Kaya, bi sedema wêneyên di Mîhrîcana Çiyayê Agirî ku di sala 2014’an de kişandibûn, di sala 2017’an de li mala xwe ya li navçeya Giyadînê ya Agiriyê hatibû binçavkirin. Di dema serdegirtinê de polîsan 2 telefonên destan, wênekêş, kamera, CD û kasetên kamerayan ên Kaya desteser kiribûn. Kaya ku piştre bi îdiaya ‘Her çiqas endamê rêxistinê nebe jî, bi dilxwazî û bizanebûn alîkarî daye rêxistinê’ derxistin dadgehê û bi heman îdiayê hatibû girtin. Rojnameger Kaya 22 mehan girtî ma û piştre hat berdan. Di danişîna biryara navbeynê ku di 20’ê Cotmeha 2020’an de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat dîtin de, dadgehê ev biryar da bû: “Divê alavên ku vekolîna wan bi dawî bûne, careke din ji bersûc re bên vegerandin û têkildarî vê mijarê ji yekîneya berpirsyar re daxwazname bê nivîsandin.”    BERSIVA ‘LI CEM ME NÎNE’    Li ser biryara dadgehê, Kaya ji bo wergirtina alavên xwe yên teknîkî serî li Serdozgeriya Komarê ya Giyadînê da. Lê piştî serlêdanê tenê CD û kasetên kamerayê li Kaya hatin vegerandin. Li ser vê yekê Kaya ji Midûriyeta Ewlekariyê xwest ku alavên mayîn jî lê werin vegerandin. Midûriyetê tenê 4 CD û hard dîskek radestî Kaya kir. Ji bo alavên din jî ji Kaya re wiha hat gotin: “Li cem me nîn in. Here cem cendirmeyan.” Kaya ku piştre serî li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê da, ji wan jî heman bersiv bihîst.    Ji bo ku alavên din jî lê werin vegerandin, rojnameger Kaya der barê Yekîneya Emanetan a Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê de, li Serdozgeriya Komarê ya Giyadînê gilî kir.