HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir 2021-04-22 11:00:52 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî bi peyamekê pîroz kir û wiha got: "Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin."    Îro Roja Rojnamevaniya Kurdî ye. 123 sal berê di 22'yê Nîsana 1898'an cara yekem Mîqdad Mîdhed Bedirxan li paytexta Misrê Qahîreyê Rojnameya Kurdistan çap kir. Roja çapkirina ewil a Rojnameya Kurdistan wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê qebûlkirin. Ev roj ji sala 1973'yan ve tê pîrozkirin.    Bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî HDP'ê peyamek belav kir û vê rojê li rojnamevanên kurd pîroz kir.    Peyama HDP'ê ya ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel hatiye belavkirin wiha ye:    "Di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya Kurdî ya sedsala 20’an xist. 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên Dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31’an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya Kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya Kurdî û tevgerên Kurdan kiriye. Herwiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a Kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. 22’yê Nîsanê û Rojnameya Kurdistanê ji ber vê karekterê xwe yê dîrokî û damezirîner, ji sala 1973’yan heta niha wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. Ev 123 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurd di riya ku Mîqdat Mîdhed û Ebdurrehman Bedirxan vekirine de bi biryar dimeşin û vê mîrateya wan, ligel hemû zext, zordarî û sansûrê roj bi roj bi pêş ve dibin.   KAREKTERÊ HEQÎQET Û WÊREKIYÊ YE    Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamegeriya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamegeriya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.   ROJNAMEVANÊN BI XÎRETÎ LI BER XWE DIDIN    Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnemegerên Kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamegerên Kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan.   Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana gelê Kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90’an, ji 90’an heta 2021’an didome. Di 20 salên AKP’ê de jî rojnamegeriya Kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrişan hat. Bi taybetî piştî 2016’an bi îlankirina OHAL’ê û bi KHK’yan, AKP-MHP’ê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya Kurdî û zimanê Kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamegerên Kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.   22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya Kurdî Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin."