Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin 2021-04-22 14:25:53   COLEMÊRG - Li Çelê di serdegirtinên malan de 4 siyasetmedar hatin binçavkirin.    Li navçeya Çelê ya Colem3ergê di serdegirtinên malan de endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a beriya niha yê HDP’ê Kerem Ayar, Cîgirê Hevşaredarê serdema beriya niha Rizgar Demîroglû, endama Meclîsa Şaredariyê yê berê Nîmet Akar û Alî Saraç hatin binçavkirin. Siyasetmedarên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.    Polîsan li bajêr di 15 û 20’ê nîsanê de jî bi ser gelek malan de girtibûn. Di wan serdegirtinan de 10 siyasetmedar hatibûn binçavkirin û piştî îfade dabûn hatibûn berdan.