AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir 2021-04-22 14:44:45   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana ji bo kesên di du jêrzemînên li Cizîrê de hatin kuştin red kir.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û operasyonan ango şer 79 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyê polîs û leşkeran du jêrzemînên avahiyan dabûn ber top û guleyan. Bi dehan kes di van herdû jêrzemînan de hatin kuştin. Parêzeran ji bo kuştina wan qûrbaniyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û doza hatibû vekirin red kir. Derbarê vê biryara redê de hêj hêcet nehatiye weşandin.    Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan tê gotin ku li Cizîrê di serdema qedexeyan de 288 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji van 288 kesan jî 177 kesan di jêrzemînan de bi bombebarankirinê hatine kuştin.