Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin 2021-04-22 15:23:52 ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û rêxistinên navçeyan derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî dan û wiha gotin: "Tecrîd li ser bingeha şer, talan û mêtingeriyê tê meşandin."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 147'an de didomin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li Şirnexê û navçeyan li navçeya Silopiyayê têkîldarî grevên birçîbûnê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Malbatên girtiyan, rêveberên rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Şirnexê û rêveberên rêxistinên navçeyên wê, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyêye, divê demildest daxwazên girtîyên di grevê de bên pêkanîn" hat vekirin.    'TECRÎT SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE'   Rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Silopiyayê Tûncay Înal daxuyanî xwend. Înal diyar kir ku bi girankirina tecrîtê, sucê mirovahiyê pêk tînin û wiha axivî: "Tecrîd, yek ji rêbazên çewisandin û tundiyê ye. Tecrîd sûcê îşkenceyê ye. Ev pêkanîn ne meqanûnîye. Tirkiyêyê qedexeya îşkencekirinê binpêkiriye û ev ji hêla CPT'î û saziyên navnetewî ve hatiye belgekirin. Van saziyan xwestin ku tecrît bê bidawîkirin. Lê belê, AKP'ê tecrîd girankir û bi awayekî sîstematîk li hemû Tirkiyeyê pêk tîne. Em dizanin ku tecrîd li ser bingeha şer, talan û mêtingeriyê tê meşandin."   'HIKUMET BERPIRSYAR E'   Înal di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku tiştekî neyînî li girtîgehan bi qewime hikumet berpirsyar e û wiha got: "Li gel ku me weke HDP bi dehan caran anî ziman jî hikumetê di vê mijarê de tu gav neavêtin. Dema çalakiyên greva birçûbûnê de li derve an li hundir tiştek çêbibe berpirsyarê wê hikumet û Wezareta Dadê ne."   BANG LI HIKÛMETÊ KIR    Înal di dawiyê de bang li hikûmetê kir ku bi berpirsyarî tevbigere û got:" Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin û daxwazên wan jî li ser vê bingehê ne. Divê demildest daxwaziyên wan pêk bên û hikûmet bi berpirsyarî tevbigere."