Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin 2021-04-22 16:09:33 WAN - Parlementerên HDP'ê li dijî dorpêçkirina avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê li navenda bajêr hatin gel hev û di bin dorpêça polîsan de bang li xelkê kirin.    Kolana Nacîbey a ku avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gel (HDP) a Bajêr a Wanê lê ye, îro careke din ji ber çalakiya kesên ku îdia dikin zarokên wan revandine çiyê bi bariyerên polîsan hat girtin. Li bajarê ku hezar û 600 roj in hemû çalakî lê qedexe ne, HDP’iyan li darxistina çalakiyê ya li pêş avahiya xwe şermezar kirin. Parlementerên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan û Saît Dede li pêş Bankeya Navêndê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê hatin gel hev.   BI MEGAFONÊ DAXUYANÎ   Polîsan, parlementeran bi mertalan dorpêç kirin û rojnamevan û rêveberên HDP'ê ji vir dûr xistin. Polîsan girtina dîmen û wêneyan a rojnamevanan jî asteng kir. Polîsan bi hêceta “qedexeya çalakiyan” heye daxuyanî û çalakiya parlamenteran asteng kirin.    Parlementeran jî dorpêça li pêş avahiya xwe nîşanî polîsan da. Parlementer Mûrat Sarisaç axivî û diyar kir ku bi astengkirina xebatên partiya wan sûc tê kirin.    Polîsan dorpêça xwe bi dawî nekir, parlementeran jî bi megafonê bang li gel kirin û qala zextên li ser partiya xwe kirin. Polîsan bi amûra anonsê xwestin dengêparlamenteran dernekeve û xelk nebihîse.    JI DERDORÊ PIŞTEVANÎ   Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tîlîliyan piştevaniya parlementerên di dorpêçê de kirin. Piştevaniya welatiyan a li derdora HDP'iyan zêde bû. Polîsan vê carê Parka Feqiyê Teyran a li rex bankayê vala kir û kesek binçav kirin.    ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ    Komeke HDP’yî jî li ber avahiya partiya xwe çalakiya rûniştinê li dar xistin û helwesta polîsan protesto kirin.