ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN 2021-04-23 09:00:58 * Ahmet Ûsta yê li Siwêregê bi kevirên reş (Bazalt) berheman çêdike, diyar kir ku hûnera keviran a ji Ermaniyan fêr bûn, ji ber avahiyên betonê yên bilind dibin, tune dibe. * Birayê Abdullah Malgaz ê bi 27 kesan re li navçeya Şaxê, di şerekê sala 1998’an de jiyana xwe ji dest dabûn û bi awayekê du koman hatibûn definkirin Mûstafa Malgaz, bertek nîşanî redkirina daxwaza pevgihandina hestiyan da û got: “Em dixwazin gorekê wî yê ku em li ser dua bikin hebe.”     * Bi ser Qirkirina Ermeniyan re 106 sal derbas bûn. Jina Ermenî Anî Kalk, têkildarî Qirkirina Ermeniyan axivî û wiha got: “Jinan êşên herî giran dîtin. Ligel ku me pir kêm tişt dizanîn jî, me heya hestiyên xwe êşên dayikên xwe hîs dikirin. Her roj tê bîra me û em her roj dijîn.”   * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşî û Serokê Şaxa Hejmara 1'an a Egîtîm Senê ya Stenbolê Mesût Mike, qala girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî kirin û gotin: “Divê Tirkiye dev ji pêkanîn û polîtîkayên xwe yên bişavtinê ber de.”    * Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pergala ku kurdan li Rojava avakiriye ji bo Rojhilata Navîn bûye model û da zanîn ku tespîta “Demokrasiya radîkal” a ku civaknasê Marksîst Slavoj Zizek ji bo kurdan kir jî, di rojeva tevahiya cîhanê de ye.   * Li Wanê, beriya Cejna Zarokan 23’yê Nîsanê, zarok karên ji temenê xwe mezintir dikin û di karên herî giran de tên xebitandin.   * Li gundê Xarik a girêdayî navçeya Qislê, Zeynep Gul a ku bi nebatan nexweşan derman dike, diyar kir ku ew ji mezinên xwe ferî vî karî bûye û heya niha qet neçûye nexweşxaneyê.   * Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik a li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne, diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn û got: “Cihê bêhnvedanê bi têlan girtin e.”    * Serokê ÇEVDER’ê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku ji esmanî ve bi hişmet xuya dike lê li qeraxê wê bi saziyên dewletê û vîlayên havînê hatiye dagirkirin.    * Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve wê li malê çalakiya xwe ya bi daxwaza "Edaletê" berdewam bike.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê wê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)