Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin 2021-04-23 10:09:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD’ê Eyşê Hiso bertek nîşanî êrişa ser mala ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan lê maye da û wiha got: “Dixwazin zirarê bidin Şoreşa Rojava ya ku di çarçoveya fikrên Rêber Abdulah Ocalan de teşe girtî ye.”   Tirkiyeyê di 16’ê nîsanê de bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) mala li Gundê Elpelûrê yê Kobanê ku Rêbêrê PKK’ê Abdulah Ocalan di sala 1979’an de lê mabû bomberan kir. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşê Hiso têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li ser mala Ocalan lê maye ji ANHA'yê re axivî. Hiso diyar kir ku êriş li ser mîrateya Rêberê PKK’ê ya manewî hatiye kirin û wiha axivî: “Armanca sereke ya vê êrişê ew e ku rêgezên mirovahî û welatparêziyê yên ku gel ji xwe re bingeh girtiye, bike armanc. Hedefgirtina mala rêbertî ya li gundê Elpelûr di heman demê de hedefgirtina vîna jina azad e. Dixwazin vîna azad ji holê rabikin. Ji ber Rêber Abdulah Ocalan ditirsin êrişî wî dikin.”   QEYRANA DEWLETÊ   Hiso da zanîn ku beriya niha jî êrişî nirxên manewî yên Ocalan hatin kirin û wiha got: “Dema Berxwedana Serdemê balafirên dewleta Tirk wêneyê Rêbertî yê li ser girê navçeya Bilbila Efrînê kir armanc. Êdî mirov nikare vê bûyerê ji mijarên din qut bike. Armanca êrîşan diyar e. Dewleta Tirk di nava qeyranekê de ye. Dixwazin bala gel belav bikin. Ji aliyê din jî dixwazin zirarê bidin Şoreşa Rojava ya ku di çarçoveya fikrên Rêber Abdulah Ocalan de teşe girtî ye.”