Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya 2021-04-23 11:46:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, bi rojeva tecrîdê bi CPT’yê re civiyan.   Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy di çarçoveya bernameya partiya xwe de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê re civiyan. Hat zanîn ku di hevdîtinê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, astengkirina malbat û parêzeran, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê dan destpêkirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine axivîn û derbarê van mijaran de daxwaz û pêşniyaz ji rayedarên CPT'iyê re hatin ragihandin.