Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn 2021-04-23 12:32:05 MELETÎ - Asadûr Husamettîn Kûrûltay ê di 106’emîn salvegera tehcîra ermenan de bi tena serê xwe qûrbanî bi bîr anîn wiha got: “Em ne merhametê, edaletê dixwazin.” Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Meletiyê Asadûr Husamettîn Kûrûltay ê ermen, di salvegera 106’emîn a tehcîrkirina ermenan de ya ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve pêk hat, bi tena serê xwe li avahiya komeleyê qûrbanî bi bîr anî. Kûrûltay, ji bo qûrbaniyan rêz girt, ew bi bîr xistin û têkildarî tiştên qewimîbûn daxuyanî da.   ‘KOMKUJÎ YE'    Kûrûltay diyar kir ku piştî di nav civakê de têgihên milet-dewlet derketin holê “qirkirin” pêk hatine û wiha got: “Şer çêdibin di şeran de ji her du aliyan jî mirov jiyana xwe ji dest didin. Lê qirkirin ji vê wêdetir e û zordarî û kirêtî ye. Şûna ku mirov bi cudatiyên hev bi hev re bijîn bi fermanên serweran kesên ku cîranên hev berdane hev. Tişta ku beriya 106 salan li dijî ermenan hat kirin, cînayet e, komkujî ye û qirkirin e.”   ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Kûrûltay anî ziman ku tiştên berê de qewimîne derbas bûn lê giliyê wî ji mirovahiyê re heye û wiha berdewam kir: “Em ji şaristaniya ku me ava kir avêtin. Em ne merhametê, em edaletê dixwazin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Edalet wê bi me hemûyan bide qezenckirin.”   ‘HEZKIRIN ŞAHÊ HEMÛ ÎBADETAN E’   Kûrûltay gotina Hrant Dînk a “Em ew mirov bûn ku dojehê vegeguherînin bihûştê" bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev gotin divê ji her kesê ku vî welatî bi rê ve dibin re bibe rêberek. Hezkirin şahê hemû îbadetan e. Em felaketên mezin ên li welatê me û welatên din qewimîne şermezar dikin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan ji kîjan miletî bin bila bibin bi bîr tînin û dixwazin di nava ronahiyê de bin.”