ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-24 09:00:22   * Esnafên Sûka Gola Masiyan a Dîrokî yên ji krîza aborî bi bandor bûne, bal kişandin ser zor û zehmetiyên dijîn û gotin: “Em her roj mîna findan dihelin!”    * Li gel doza pereyê ku Wezareta Karên Hundir ji malbatên HPG’iyan dixwaze dadgehê red kir jî istînafê biryara dadgehê xera kir. Parêzerê dosyayê Necîm Dag, diyar kir ku ji ber nêzikbûna polîtîk bi awayekî neqanûnî doz tê domandin.   * Ji Baroya Wanê Parêzer Rojhat Levent Ozgokçe yê li ser xeta sînor, derbarê kolberê bi îşkenceyê li Ebaxê hatibû kuştin de lêkolin kir, anî ziman ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê, binpêkirinên mafan zêde dibin.    * Tirkiyeyê, 28 noqteyên leşkerî û 3 baregehên îstixbarî, li noqteyên xwe yên leşkerî û baregehên îstixbarî yên li Herêma Kurdistanê zêde kirin. Perwerdekirina komên paramîlîter ên di demên dawîn de xetereya şerê di navbera kurd, sunî û şîiyan di xwe de dihewîne.    * Hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan, da zanîn ku binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehan ketin greva birçîbûn, her roja diçe zêdetir dibin û ev nirxandin kir: “Bi hinceta pandemiyê, hemû mafên bingehîn ên girtiyan ji destên wan hatin girtin.”   * Xwendekarên zanîngehê, bertek nîşanî îdîanameya derbarê xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê de hat amadekirin dan û gotin: “Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin. Di heman demê de, em îdîanameya derbarê 97 xwendekaran de hatiye amadekirin jî, qebûl nakin.”   * Piştî germbûna hewa dest pê kir, hin koçerên ku li gel sedan mihan dest bi rêwitiya zozanan kirin, gihiştin Wanê.    * Li Kolana Sebzeyan a navçeya Cizîrê, jinên ku bi salane di bazarê de mast difiroşin, bi gef û zextên zabitayan re rû bi rû ne. Jinên mastfiroş, diyar kirin ku zabita nahêlin ew kar bikin û xwestin ku zabita belaya xwe ji wan vekin.   * Endamê Meclîsa HDP’ê hiqûqzan Dogan Erbaş diyar kir ku ji bo Kobanê neket di dilê îqtidarê de wek birînekî maye û got: “Doza Kobanê hesabpirsîna vê birînê ye.”    * Hevalên 11 jinên TJA’yî yên li Amedê hatibûn binçavkirin û girtin, wiha gotin: “Ger bedena me jinan bê dîlgirtin jî, wê têkoşîna me tu carî ne qede. Hevalên me di hûndir de, em ê jî li derve têkoşîna parastina mafê xwe her daîm dewam bikin.”   * Ji bo şopandina "Doza Kobanê", nûnerên 11 şandeyên bîyanî tên Enqerê.    * Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve wê li amala xwe nobeta "Edaletê" di roja 47'emîn de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda di 839’emîn de bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 637'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê di hefteya 346'emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi vîdoyek dê çalakiya xwe li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 474'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî dê li dar bixe. (13.30)