Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin 2021-04-24 09:00:36 WAN - Ji Baroya Wanê Parêzer Rojhat Levent Ozgokçe yê li ser xeta sînor, derbarê kolberê bi îşkenceyê li Ebexê hatibû kuştin de lêkolin kir, anî ziman ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê, binpêkirinên mafan zêde dibin.  Binpêkirinên mafan ên kolber û penaberên li ser xeta sînorê di navbera Îranê û Wanê de, her roja diçe zêdetir dibin. Li gorî rapora binpêkirinên mafan ên Sibata 2020’an a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê, tenê di nava sala dawî de, li ser xeta sînor, faîlên gelek binpêkirinan ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine kirin, 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.   Herî dawî, li gundê Şexsucuh a girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê, kolberên bi navê Hesen Keçelano yê 44 salî û Behnam Samadî yê 17 salî, ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin û îşkenceyek giran li wan hatibû kirin. Dûre kolber bi awayekê tazî avêtibûn ser sînor. Bavê 5 zarokan kolber Keçelano, ji ber îşkenceya lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da bû. Derbarê bûyerê de, ji sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin û îfadeya 3 eskeran hatibû girtin.    Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Wanê Parêzer Rojhat Levent Ozgokçe, yê li cihê bûyerê lêkolîn kir, îşkenceya herî dawî û binpêkirinên mafan ên li ser xeta sînor rû didin, nirxandin.   GUND DIBIN ZEXTAN DE YE   Ozgokçe, diyar kir ku wan laçika spî bi cihê bûyerê ve kirin û wiha axivî: “Di dema lêkolînê de me hevdîtin bi şêniyên gund re kir. Weke ku gundiyan tu tişt nedîtibin, ne bihîstibin û ne zanîn, nêz bûn. Şêniyên gund dibin zextan de ne. Dûre me hevdîtin bi dozgerê dest bi lêpirsînê kiribû re kir. Me derbarê bûyerê de rapor amade kiriye. Emê di rojên pêş de vê rapora xwe aşkere bikin.”     MALBAT ASTENG KIRIN   Ozgokçe, da zanîn ku cenazeyê Keçelamo hîn jî li Morga Tipa Edlî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil ê tê rawestandin û wiha got: “Malbatê duh hewl da derbasî Tirkiyeyê bibe. Lê li ser sînor hat rewestandin. Destûr nehat dayîn ku bikeve Tirkiyeyê. Ger destûr bê dayîn dê, bê cenazeyê xwe bibe.”    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ   Ozgokçe, dest nîşan kir ku di bûyerê de, mafê jiyanê û darizandina adîlane hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Ev erdnîgarî ev demek dirêje rastî gelek şer û pevçûnan tê. Welatiyên li ser vê erdnîgariyê dijîn, hem mexdûrên şerin û hem jî şahidên şerin. Li vê derê, pirsgirêka Kurd a ku nayê înkarkirin heye.”   BÊ CEZATΠ   Ozgokçe, daxuya kirin ku di demên derbasbûyî de jî, heman bûyer hatin jiyîn û wiha bilêv kir: “Di dozên ku hêzên ewlekariyê tên darizandin de, her tim tên dirêjkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezatiyê, kuştin û îşkence zêdetir dibin. Lê di rastiyê de berpirsiyar kî bin divê bên cezakirin. Ev îdîa, îdîayên bi hêzin. Ji bo ku ev îdîa derbikevin holê, divê dozger kamerayên qereqolê lêkolîn bike û dest bi lêpirsînek bi bandor bike.”    MA / Mujdat Can