Koçer di riya zozanan de ne 2021-04-24 09:00:41 WAN - Piştî germbûna hewayê dest pê kir, hin koçerên ku li gel sedan mihan dest bi rêwitiya zozanan kirin, gihiştin Wanê.    Li gel germbûna hewayê ya mehên biharê, rêwitiya koçeran a zozanên bilind jî dest pê kir. Koçerên ku mehên zivistanê li bajarên weke Êlih û Sêrtê derbas dikin, ji bo ku biçin zozanan hatin Wanê. Koçerên ku beşeke rê bi wesayîtên ku kirê kirin û riya mayî jî bi piya meşiyan û gihiştin Wanê, piştî bêhnvedana xwe ya li vê derê wê rêwîtiya xwe ya zozanan bidomînin.    RÊWÎTIYA BI 6 HEZAR MIHAN RE    Maas Piyan a ji Batmanê bi 200 mihan ve hatiye Wanê diyar kir ku ji bo ku rêwîtiya xwe bidomînin li benda koçerên din sekinîne. Piyan, da zanîn ku wê biçin Zozanên Xalik Kartal ên li navçeya Bêgirî ku bi 60 hezar lîreyan kirê kirine û wiha got: “Bi me re wê 4 malbatên din jî bên zozanan. Heta hefteyekê em ê bi awayekî peyatî bigihin zozanan. Rêwîtiyeke zor e. Di rê de carna baran dibare carna jî ba û bahoz radibe. Lê dîsa jî em riya xwe berdewam dikin. Em pêwistiyên xwe jî li navendên bajar dikirin. Me li Wanê bêhna xwe vekir. Em li vir dermanan didin sewalan. Em ê niha li benda keriyên pez ên ji Batmanê werin bisekinin. Nêzî 6 hezar mihan em ê bibin. Heta meha mijdarê em ê li zozanan bimînin.”   Piyan, anî ziman ku berhemên ku li zozanan çêdikin wê pişt re bifiroşin û pêwistiyên xwe pêşwazî bikin û wiha axivî: “Tenê çavkaniya debara me sewalkarî ye. Min jî di temenê biçûk de dest ji dibistanê berda û bi bavê xwe re dest bi sewalkariyê kir. Ez ji ber vî karî dikim, kêfxweş im.”