Sezona turîzmê bêturîst vebû 2021-04-24 11:26:30   ANTALYA - Herema Tûrîzm a Sîde ya Manavgatê ku her sal malovaniya bi milyonan turîstan dike, weke par îsal jî hejmara tûrîstên ku tên vir kêm bû. Esnaf Sûat Akay derbarê mijarê de wiha axivî: “Rewşa niha ji sedî 1 a di rewşên asayî de jî nîne.”   Herema Turîzmê ya Sîdeyê ya li navçeya Manavgat a Antalyayê ye ji ber pirsgirêkên tên jiyîn sezona turîzmê ya 2021’an nikare veke. Li gorî hejmarên Amîrtiya Îdareya Mulkî ya Balafirgehê ya Walîtiya Antalyayê, di sala 2019’an de 14 milyon û 907 turîst hatin. Di nava mehên çile û mijdarê de turîst gelemperî ji welatên Rûsya, Almanya, Îngîlîstan û welatên Îskandînav hatin. Di sala 2020’an de ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) û sedemên weke qeyrana aborî hejmara turîstên hatin bajar di 5 milyonan de ma.    Cihên dîrokê yên weke Şanoya Anfî ya Sîdeyê, Agoraya Dewletê û Pira Aspendos ku bi milyonan tûrîst seredana wan dikir îsal gelek kêm turîstan seredan kir. Di heman demê de li Perestgeha Apollo jî rewşeke wisa heye. Ji ber hejmara turîstên tên navçeyê kême hêj gelek otelên ku li heremê sezon jî venekirine. Ji ber meha Remezanê û pandemiyê plajên li beravê ne jî hema bêje viq û vala ne.    TURÎST TÛNE NE   Navçeya Manavgatê malovaniya ji sêyan yek turîstên ku tên Antalyayê dike. Navçeya ku xwedî 200 hezar kapasîteya mayîna turistan e di sala 2019’an de 5 milyon, di sala 2020’an de jî milyonek û 150 hezar kesan serdan kir. Herema Turîzmê ya Sîde ku di nava sînorên navçeya Manavgatê ye û 76 kîlometreyan ji Antalyayê dûre her sal malovaniya bi milyonan turîstan dike. Di sala 2020’an de ev hejmar ji sedî 70 ket. Manavgat a sezona turîzmê di adarê de dest pê dike, salên beriya niha heta dawiya nîsanê kapasîteya turîstan heta sedî 60-70 tijî dibû lê îsal ev rêje gelek kêm ma.   ‘SEKTOR SEKINÎ’   Sûat Akay (41) ê li Herema Tûrîzmê ya Sîde 20 sal in esnaftiyê dike bal kişand ser rewşa turîstan a li heremê û wiha axivî: “Salên derbasbûyî di meha nîsanê de tejî dibû. Sezon baş derbas dibû. Rewşa niha ji sedî 1 a di rewşên asayî de jî nîne.” Akay diyar kir ku li Sîdeyê hejmara turîstan gelek kêm e û anî ziman ku ji ber pandemiyê sektora tûuîzmê hatiye asta sekinînê.   DI HOLÊ DE TIŞTEK NÎNE   Akay gotina Wezîrê Tenduristiyê ya “Wê di adarê de xebatkarên sektora turîzmê jî bên derzîkirin” bi bîr xist û wiha got: “Min hêj nedîtiye ku kes hatiye derzîkirin. Di pêvajoya pandemiyê de dewlet mecbûre alîkariya gelê xwe bike lê wê jî nake. Welatên Ewropayê alîkariya welatiyên xwe dikin lê ev yek li Tirkiyeyê nayê kirin. Beriya mehekê gotin kesên naxebitin re wê hezar û 500 lîre bên dayîn lê di holê de tiştek nîne. Mirov dê bi vî pereyî çawa debara xwe bike ew jî pirsgirêkeke cuda ye. Dibe ev hejmar 3 hezar lîre be. Ev welat ji kesên naxebitin re her roj 100 lîre bide bin nakeve.”   Tê payîn ku wê îsal jî li Antalyaya ku her sal mazûvaniya bi bi milyonan turîst dike ev rêje kêm bimîne.    MA / Omer Akin