Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin 2021-04-25 09:02:17   RIHA - Endamên Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê, diyar kirin ku girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin, ji ber şewba vîrûsa koronayê rastî binpêkrinên mafan ên girantir tên û gotin: “Divê şert û mercên girtiyan bên sererastkirin û daxwazên wan bên qebûlkirin.”    Çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2020’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 150’emîn de, li 107 girtîgehên herêm û Tirkiyeyê, berdewam dike. Li girtîgehên Tipa T a Hejmara 1, Tîpa T a Hejmara 2 û Tîpa T a Sîweregê yên Rihayê, nêzî 80 girtiyan ji 2’yê Kanûna 2020’an ve greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dewam dikin. Rêxistinên hiqûqî û tenduristiyê yên li Rihayê, bi armanca şopandina rewşa girtiyên dikevin greva birçîbûnê, di 15’ê Adara 2012’an de Koordînasyona  Şopandin Grevên Birçîbûnê ava kirin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mustafa Vefa, Hevseroka SES’ê Eylem Salar û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (SES) Serhat Kurt ên cihê xwe di Koordînasyonê de digirin, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya dewam dike û banga xwedî derketinê li raya giştî kirin.    ‘NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Mûstafa Vefa, diyar kir ku daxwazên girtiyan hiqûqîne û wiha axivî: “Bi qanûna di pêvajoya şewbê de, hat derxistin tecrîda li girtîgehan kûrtir bû. Qanûnên hatin derxistin, li dijî hiqûqê ne. Qanûna înfazê zelale. Di vê qanûnê de, mafên girtiyan pir diyarin. Lê bi hinceta şewbê, ev mafên girtiyan hatin sînordarkirin. Hem di warê hiqûqî û hem jî diwarê mirovî de ev nayê qebûl kirin. Di serê daxwazên girtiyan de, bi dawî kirina tecrîda li Gireva Îmraliyê tê. Divê mafê tenduristiyê li ber çavan bê girtin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”    Vefa, da zanîn ku ew her tim bangan dikin û wiha bi dawî kir: “Di vê raya giştî û rêxistinên bingehên ên mafan, her tim bangî rayedaran bikin. Ev daxwazek hiqûqiye û di çarçoveya qanûnan de ye. Divê ev daxwaz tavilê bên bi cih anîn. Êdî qanûnên xwe bi cih bînin.”   SALAR: BÊ PARASTININ    Hevseroka Şaxa SES’ê ya Rihayê Eylem Salar jî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên demên derbasbûyî û wiha got: “Di wan deman de, ji ber ku desthilatdariyê çareserî pêş nexist, encamên giran derketin holê. Pergala jêbexşî ya girtiyên di greva birçîbûnê de, li gorî welatiyên din qelstire û bêparastine. Ji ber vê di pêvajoya şewbê de ketina greva birçîbûnê, ji bo me pirsgirêkek pir mezine. Em ji desthilatdariyê, sazî û dezgehên civaka sivîl dixwazin ku baş bergiriyan bigirin.”   ‘EM DIBIN TECRÎDÊ DE NE’   Salar, anî ziman ku pirsgirêkên di girtîgehan de, pirsgirêkên civakî yên topyekûnin û wiha bi dawî kir: “Em jî mîna girtiyan di tecrîdê de ne. Li Tevahiya Tirkiyeyê krîz û pirsgirêk hene. Desthilatdarî nikare pêvajoya şewbê bi rêve bibe. Ji ber şewbê her roja diçe hejmara miriyan zêdetir dibe. Weke ku tecrîd ne bes be, mafên me yên tenduristiyê jî ji me girtin. Greva birçîbûnê 150 rojin dewam dike, lê desthilatdariyê xwe bêdeng kiriye. Li ber çavê raya giştî, mafê jiyanê yê mirovan ji destê wan tê girtin. Daxwazên girtiyan, daxwazên me hemûyane. Divê ev daxwaz bên qebûlkirin.”   KURT: DIVÊ DAXWAZ TAVILÊ BÊN QEBÛLKIRIN    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê ya Rihayê Serhat Kurt jî, daxwazên girtiyan bi bîr xist û wiha axivî: “Di 25’ê Adarê de, Memhet Ocalan bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4-5 deqeyan dewam kir. Li şûna ku tecrîdê rakin, hîn girantir kirin. Girtî dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe, şert û mercên wan bên sererast kirin. Ev daxwazên herî mirovîne. Divê zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Em bang dikin ku Wezareta Dadê daxwazên girtiyan qebûl bike. Berî ku dem derbas bibe, divê ya pêwîst bê bi cih anîn.”    MA / Emrullah Acar