13 sal şûnde dîsa Zap 2021-04-25 12:08:33 NAVENDA NÛÇEYAN - 13 sal berê TSK'ê li dijî Zap'ê operasyon li dar xistibûn. Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo operasyonê gotibû "Eger dibêjin zû vekişiyan, bila biçin 24 saetan li wir bimînin. Wekî em mû ji nava rûn bikişînin em vekişiyan". TSK'ê piştî 13 salan dîsa li dijî Zap’ê operasyona hewayî û bejayî li dar xist. Operasyona Zapê ku wê demê pir hat niqaşkirin dê niha encamek çawa bi dest bixe?    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Metîna, Avaşîn û Zap'ê yên li qada Herêma Federe a Kurdistanê ye operasyon li dar xist. Operasyona ku di şeva 23'ê Nîsanê de dest pê kir, berdewam dike. TSK'ê li 3 herêman ewil ji hewayê bi balafirên şer bombe kir, piştre bi helîkopteran hesker danîn qadê. Piştî TSK'ê bi helîkopteran esker daxistin di navbera eskerên TSK'ê û Hêzên Parastina Gel (HPG) de şerê dijwar dest pê kir. Li cihê ku esker bi helikopteran daketin şer dijwartir bû.    9 ESKER WINDA BÛN    Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî parve kirin, li cihê ku helîkopteran esker daxistin, endamên HPG’ê bersîv dan eskeran û şer derket. Çavkaniyan anîn ziman ku gelek eksek hatin kuştin. Çavkaniyan diyar kirin ku bê navber Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SİHA) li qadê difirin. Dîsa çavkaniyan anîn ziman ku dema helîkopteran li qadra Zap'ê yekîneya eskeran a ji 9 kesan pêk dihat danîn erdê, piştî demekê winda bûn û agahî ji wan nayê girtin. Hat zanîn ku TSK'ê ji bo eskerên winda alîkarî ji peşgergeyên PDK'ê xwestin. Çavkaniyan destnîşan kir ku dema helîkopteran esker daxistin, hinek helikopteran darbe xwarin.    VÊ CARÊ DENG JI MEDYA NAYÊ    Operasyona dervê sînor di şeva 23'ê Nîsanê de piştî telefona di navbera Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan û Serokdewletê DYA'yê Jeo Bîden de dest pê kir. Çapemeniya Kurd geşedanên der barê operasyonê de kêlî bi kêlî parve dike, lê balkêş e vê carê çapemeniya hawiz û nêzî îqtîtdarê bêdeng dimîne. Medya hawiz ku di operasyonên berê de beriya operasyonê û kêliyên operasyonê kêlî bi kêlî parve dikirin, cê carê bêdeng in. Piştî şevê din Wezîrê Parastinê li ser hesabê Twitterê daxuyaniyek bi hevokekê da û şûnde medya haqiz operasyon wekî "Deqiqeya dawî" dan. Di meha Sibatê de dîsa TSK'ê li dijî herêma Garê operasyon li dar xistibû. Berê bi balafirên şer herêm bombe kiribûn. Piştre bi helîkopteran esker daxistibûn. Di operasyonê de 13 eskerên dîlgirtî yên 6 sal bûn di destê PKK'ê de bûn di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Serokomar Tayyip Erdogan gotibû 'Bi ser neketin' Piştî vê yekê deng ji medya qut bû. Piştî Wezîrê Parastinê bi hevokekê daxuyanî da, Serokomar Erdogan li Navenda Fermandariyê geriya û agahî girtin. Piştî Erdogan axivî medya bêtir cih da operasyonê.    PIŞTÎ HEVDÎTINA ERDOGAN Û BÎDEN OPERASYONÊ DEST PÊ KIR   Balkêş e heta niha gelek caran piştî axaftin û hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiye û DYA de operasyonên der sînor pêk hatine. Vê carê jî piştî Serokê DYA Jeo Bîden û Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan li ser telefonê der barê komkujiya Ermeniyan de axivîn, hêzên TSK'ê di heman şevê de li dijî Herêma Federe a Kurdistanê li qadên Metîna, Avaşîn û Zapê operasyon li dar xist. Di sala 2008'an de jî piştî axaftin û hevdîtinan operasyon pêk hatibû.    HEVDÎTINA 5'Ê MIJDARÊ    Di 5'ê Mijdara 2007'an de dîsa Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Tayyip Erdogan çûbû DYA. Serokê DYA yê wê demê George W. Bush,  Erdogan li qesra xwe kiribû mêvan. Disa mijara hevdîtinê “Şerê bi PKK'ê re" bû. Push piştî hevdîtinê gotbû "PKK dijmenê me yê hevpar e" Piştî vê yekê hemû geşedanên îstîxbarî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahiyên ezmanî bi Tirkiyeyê re hatin parvekirin. Piştî vê hevdîtinê Enqereyê dest bi amadekariyên nû yên operasona dersînor kir.    OPERASYONA 16'Ê KANÛNÊ    Pişti hevdîtina Erdogan û Bush TSK'ê bi balafirên şer di şeva navbera 16 û 17'ê Kanûnê de li dijî Herêma Federe a Kurdistanê operasyona hewayî li dar xist. Gelek balafirên şer bi saetan çiyayên Zapê bombe kir. Piştî re li ser agahî û îstîxbarata hewayî TSK'ê li herêmê operasyonên hewayî li dar xistin. TSK'ê wê demê Biryargeha PKK'ê ya li Zap'ê kiribû hedefa xwe.    OPERASYONA 'GUNEŞ' A 21'Ê SIBATÊ    TSK'ê piştre di 21'ê Sibata 2008’an de bi hêza bejayî li dijî qada Zap'ê operasyon li dar xist. TSK'ê bi navê "Operasyona Guneş (Operasyona Rojê) bi cilên berfê ji qada bejayî wêneyê eskeran parve kirin. Îqtîdarê û medya ji qada operasyonê kêlî bi kêlî agahî parve kirin. Rojnameyan manşetên "Em ketin şikeftên wan" "Me qelas kir" avêtibûn. Operasyonê wê demê tenê 9 rojan berdewam kir. Di 29'ê Sibate de dema esker ji operasyonê vedigeriyan, wêneyê eskerên bê hal û razayî hatin parvekirin. Eskerên ketin Zap'ê û bi zor derketin, her çend ji raya giştî hat veşartin jî gelek ji wan di operasyonê de jiyanaxwe ji dest dan.    'WEKÎ MÛ JI RÛN BIKIŞÎNE'    Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit, piştî operasyonê li ser pirsên Rojnameya Milliyetê ji bo operasyonê gotibû "Eger dibêjin zû vekişiyan, bila biçin 24 saetan li wir bimînin. Wekî em mû ji nava rûn bikişînin em vekişiyan". Buyukanit bal kişandibû ser şertê dijwar ê operasyonê. Buyukanit îdea kiribû ku ji 300 kesan 242 kes be tesîr kirine. Gotina Buyukanit a "Wekî em mû ji rûn bikişînin. Em pir xweş vekişiyan" rewşa xwe anin ziman. Lê AKP'ê têkçûna TSK'ê ji bo xwe kir firsend û li gem Cemaeta Gulen li dijî hêzên Ergenekon û hêzên netewperest operasyon li dar xist.    13 SAL ŞÛNDE DÎSA DUBARE DIBE   Piştî van geşedanan 13 sal şûnde dîsa TSK'ê li dijî herêma Zap'ê operasyona bejayî da destpêkirin. Operasyona li diji qadên Metîna, Avaşin û Zap'ê bi şerê dijwar didome. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku 9 esker winda bûne. Li gorî agahiyên herêmê tê diyar kirin ku TSK dîsa pir zorê dijî. Ev yek pirsa gelo dê encama vê operasonê çawa be bi xwe re tîne aqilan.    SUYAR HATIN Û PEYA ÇÛN   Wê demê piştî operasyonê gelê Kurd di nava xwe de ji bo TSK'ê got "Suyar çûn û peya hatin" û ev yek bûbû rojev. Niqaş û fikarên ku dîsa encama 13 sal berê xwe dubare bike zêde ye.     MA / Erdogan Altan