Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin 2021-04-25 20:22:00 WAN - Seyfettîn Yikar ê li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Bandirmayê dimîne, bi navbeynkariya malbata xwe, zextên li wan tên kirin û binpêkirinên mafan ên rû didin vegotin.    Girtî Seyfetîn Yikar ê li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Bandirmayê dimîne, li malbata xwe geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin vegot.    Yikar, ragihand ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û ev agahî parve kirin: “Bi awayekê bêhiqîqî, di qawîşên me de lêgerînê dikin. Di qawîşên 10 kesî de, em 20 kes dimînin. Ji bo guhertina qawîşan, tu bersivê nadin. 6 meh cezayê disîplînê dan girtiyên ketin greva birçîbûnê. Di heman demê de rojnameyan nadin me. Berhemên bi 10 lîreyan, bi 20 lîreyan difiroşin me. Xwarinên didin me, nayin xwarin. Piştî ku girtiyên edlî xwarin dixwin, xwarina mayî didin me. Pir zêde zext hene. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”